15:02 12 Kanûn 2017
Zindî
    Donald Trump

    Dadgehên federal ku biryara Trump radiwestînên zêde dibin

    © AFP 2017/ NICHOLAS KAMM
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hejmara dadgehên federal ku bi biryara biryarnameya serokatiyê, hemwelatiyên ku ji welatên misilman derbasî Amerîkayê dibin û wan dersînor neke derket 5an.

    Piştî dadgeha federal a New Yorkê 4 dadgehên federal ên din jî biryara biryarnameya serokatiyê ku ji bo 90 rojî hemwelatiyên 7 welatên misilman dersînor dike rawestand.

    Dadgehên federal ên eyaletên California, Virgina, Washîngton û Massachusettsê biryara biryarnameya serokatiyê ku hetanî 90 rojî ketina hinek hemwelatiyan bo Amerîkayê qedexe dike rawestand.

    Ji Yekîtiya Azadiyên Sivîl ên Amerîkayê grûbek parêzer ji bo 2 hemwelatiyên iraqî ku li Balafirxaneya John F. Kennedyê hatibûn binçavkirin bidin berdan û biryarnameya serokatiyê ya penaberan betal bikin li dadgeha federal doz vekirin. Dadgerê Federal ê New Yorkê Ann Donnelly bi sedema ku dersînorkirina wan dibe bibe sebeba zirareke ku nayê telafîkirin biryara mana 2 hemwelatiyên iraqî li Amerîkayê da.

    Bi heman mijarî:

    Trump qedexeya vîzeyê parast: 'Nabe wehşet dewam bike'
    Ji Sadr bo Trump: Pêşî hûn hemwelatiyên xwe ji Iraqê vekişînin
    Ji ber qedexeya Trump rêwiyên balafirgeha Stenbolê hatin vegerandin
    Li Brîtanyayê dijî Trump 80 hezar îmze hatin berhevkirin
    ‘Axaftina Pûtîn û Trump destpêkeke pir baş bû'
    Etîketan:
    Biryara astengkirina penaberan, Serokê AmerÎkayê, Dadgerê Federal ê New Yorkê, Ann Donnelly, Donald Trump, New York, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de