02:01 21 Hezîran 2018
Li Kanadayê êrişa camiyê kirin

Li Kanadayê li dijî camiyê êrişa çekdarî: 6 kuştî

© REUTERS / MATHIEU BELANGER
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Li eyaleta Quebec a Kanadayê li dijî camiyê êrişek çekdarî pêk hat, li gorî amareyên pêşî di êrişê de 6 kes hatin kuştin.

Li paytextê Quebecê li Quebec Citye ku di heman wekî camiya Navenda Çanda Îslamê tê bikaranîn şêvê din di dema nimeja îşa de ji terefê 3 kesên nediyar ve êrişek çekdarî pêk hat. Di êrişê de 6 kesên ku li camiyê nimêj dikirin hatin kuştin.

Şahidên bûyerê di agahiyên xwe yên çapemeniya herêmî de ragihandin ku êrişa çekdarî dema ku derdora 40 misilmanên ku li camiye nimêj dikirin pêk hat.

Piştî bûyerê gelek tîmên tendirustî, ambulans û hêzên ewlehî sewkî Navenda Çanda Îslamî kirin. Metirsî heye ku hejmara miriyan zêdetir bibe û tê pêşbînîkirin ku rayedarên fermî daxuyaniyeke çapemenî li dar bixin.

JI 3 ÊRIŞKARAN 2 JÊ HATIN GIRTIN

Polêsê Quebecê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji 3 êrişkarên ku êrişa çekdarî pek anî bûn 2 jê hatin girtin.

TRUDEAU: KANADAYÎ JI BO KESÊN KUŞTÎ XEMGÎN IN

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau derbarê êrişa camiyê de li ser hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê peyamek parve kir û got: "Îşev kanadayî ji bo kesên ku li camiya Quebecê di êrişeke tirsonek de jiyana xwe ji dest dan xemgîn in. Dilê me bi mexdur û bi malbatan re ye."

Bi heman mijarî:

Kanada wê alîkariyê bişîne ji pêşmergeyan re
Yawer: Wê Kanada çekan bide Pêşmerge
Kanada: 28 kesan ji bo koçberiyê serî lê da
Kanada wê alîkariya penaberên sûrî qut bike
Kanada: Parastina canê Pêşmerge û sivîlên kurd erka me ye
Etîketan:
Li Kanadayê li dijî camiyê êrişa çekdarî, Navenda Çanda Îslamî, Quebec, Kanada
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de