17:37 26 Îlon 2017
Zindî
    Leşkerên tirk di operasyona Mertala Firatê de

    Peyamnerê Independetê Operasyona Mertala Firatê neserkeftî ye

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3220

    Peyamnerê Rojnameya Independetê Patrick Cockburn ku di heman demî de Pisporê Rojhilata Navîn e di gotarek xwe ya derheqê şerê Sûriye de got:"Tirkiye di operasyona xwe ya bi navê "Mertala Firatê" negihişt armancên xwe."

    Li gorî nûçeya BBC Turkçeyê, Pisporê Rojhilata Navîn Patrick Cockburn da zanîn Artêşa Tirk li Helebê negihişt armanca xwe û ji texmînan zêdetir zirarê dît.Patrick Cockburn wiha got:"Artêşa Tirk ji bo ku devera El Babê ya li Bakûrê Helebê bidest bixe cara yekê şerek rû bi rû kir, lê bi awayekî nedîtî ‘esker û mûhîmatên xwe ji dest da."

    Cockburn, di nivîsa xwe de dibêje:"Niyeta Tirkiye ya serek ew bû ku Daîş ji sînorên xwe bidûrxe û Kantonên Kobanî û Qamişlo yên YPGê negihînin hevdû. Lê bi operasyona xwe ya meha dawî ya li El Babê wendayiyên wê zêde bûn. Tirkiye ji meha gelawejê û vê de 44 leşkerên xwe wenda kiriye. Ew bi vê stratejiyê hêvî nedikir ku Daîş bi vî awayî berxwe bide. Operasyona Tirkiye giran û bi zirarê dimes e."

    Cockburn got:"Tirkiye baweriya xwe bi ereb û tirkmenên di bin banê Artêşa Azad de hatine ba hev tanî, bi vê riyê Cerablûsê bidest xist, lê operasyona Mertala Firatê tenê di destpêkê de serkeftî bû."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Du leşkerên tirk ên operasyona Mertala Firatê birîndar bûn
    DAIŞ sivîlan dike mertala zindî
    NY: DAIŞ hewl da 25 hezar kesî bike mertala zindî
    "Tirkiye dixwaze operasyona Reqqayê, piştî yên Mertala Firatê û Mûsilê dest pê bike"
    DAIŞ sivîlan wek mertala zindî bi kar tîne
    Etîketan:
    Patrick Cocburn, Tirkiye, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de