08:41 23 Îlon 2017
Zindî
    Filistin bayrağı

    ‘Trump dest danî ser pereyên ku Obama dabû Filistînê'

    © REUTERS/ Amir Cohen
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3460

    Serokê Amerîka yê berê Barak Obama tam di wan seetên ku wezîfeyê dewr bike de 221 milyon dolar ji fona alîkariyê pere şandibûn Filistînê. Li gorî îdîayan Trump dest danî ser wan pereyan.

    Barack Obama beriya ku wezîfeya serokatiyê dewrî Donald Trump bike ji bo rêvebiriya Filistînê biryara alîkariya 221 milyon dolar pere dabû. Li gorî îdîayan, Trump li dijî vê alîkariya seetên dawî ji bo Filistînê derket û dest danî ser.

    Li gorî nûçeya Times of Israelê ku dispêrê berpirsekî bilind ê Filistînê ragihand ku berpirsên amerîkî li Serokwezîrê Filistînê Ramî Hamdallah geriyane û jê re gotine ‘dibe di demek nêzîk de ev alîkarî neyê veguhestin.'

    Herwiha Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Mark Toner jî piştî dewrstandina wezîfeya Trump gotibû: "Niha rêvebiriya nû ji bo alîkariya ku Amerîkayê ji Filistînê re şandiye wê lêkolîneke berfirehtir bike û li gorî sepanên Serokê Amerîkayê Trump dê werin serastkirin."

    Bi heman mijarî:

    Ji Kerry bo Filistînê dîrektîfa alîkariya 221 milyon dolarî
    Rêvebirya Filistînê ji konferansa Parîsê kêfxweş e
    Abbas: "Konferansa Parîsê ji bo çareseriya Filistînê firsend e"
    Konseya Neteweyî ya Filistînê bertek da biryara UNESCOyê
    Li Filistînê şer: 4 birîndar hene
    Etîketan:
    Trump dest danî ser alîkariya ku Obama ji Filistînê re şandibû, Serokê AmerÎkayê, Donald Trump, Mark Toner, Barak Obama, Filistin, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de