09:45 24 Îlon 2017
Zindî
    Donald Trump û David Muir

    Trump: "Dema em ji Iraqê vekişiyan me petrol standibûna wê DAIŞ nebûna"

    © Foto: ABC
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2210

    Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî ku di 20ê Rebendanê de sondxwar û dest bi wezîfê kir hevpeyvîna xwe pêşî da kanala ABCyê. Trump di hevpeyvîna xwe de ragihand ku dema em ji Iraqê vekişiyan me petrol standibûna wê DAIŞ tûnebûna.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîna xwe ya nûçegihanê ABCyê David Muire de got: "Dema ku Amerîka ji Iraqê vekişiya divê bi stratejiyeke ku bikaribûna petrolê kontrol bike vekişiyana. Lê rêvebiriya Barak Obama ev nekir û rêxistina terorîst a DAIŞê îro petrola Iraqê difiroşe û bi vî awayî fînansê ji xwe re çêdike. Heke me petrol standibûna wê îro DAIŞ tûnebûna. Me 6 trîlyon dolar li Rojhilata Navîn serf kir û îro welatê me belav dibe."

    Li gorî Serokê Amerîkayê Trump di dagirkirina Iraqê de ji destpêkê şaşî hebûn û dema pêvajoya vekişandinê jî xeletî hatin kirin.

    ​Trump di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dema rêxistina terorîst li Rojhilata Navîn serê însanên me jêbike, ji bo ku xrîstiyan in serê wan jêbike û dema ku DAIŞ van çalakiyan bikema ez ê çawa li dijî ‘waterbordingê' derkevim. Li gorî tiştê dizanim divê em bi êrişê bersiva êrişên wan bidin."

     

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn, ji ber daxuyaniya 'herêma ewle' Trump hişyar kir
    Meksîkayê bersiv da Trump: "Em pereyê dîwar nadin"
    Trump: "Li Sûriyeyê em ê herêmên ewle ava bikin"
    Bizavkar biryara Trump a dîwarlêkirinê protesto dikin
    'Trump wê ji bo avakirina herêma ewle li Sûriyê fermanê bide'
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Serokê Amerîkayê, David Muir, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de