09:49 24 Îlon 2017
Zindî
    Dr. Prof. Noam Chomsky

    Chomsky derheqê guherandina pergala serokatî ya Tirkiyeyê de axivî

    © AFP 2017/ Ronaldo Schemidt
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 6010

    Fîlozof û zimanzanê amerîkî Prof. Noam Chomsky derbarê guherandina Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de ragihand ku guherandina rejimê cihê metirsiyê.

    Li gorî nûçeya Işıl Oza T24ê, fîlozof û zimanzanê amerîkî Prof. Noam Chomsky derbarê guherandina Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê nirxandinên girîng kirin. Chomsky di bersivê de got: "Hûn dizanin wê reaksiyona min çawa be, guherandin pir metîrsîdar e."

    Noam Chomsky bi parêzer û rojnamevanê navdar Glenn Greenwald re tevlî pameleke Zanîngeha Arîzonayê bû. Chomsky di panele de di bersiv dayîna bersivekê de got: " Hûn dizanin wê reaksiyona min çawa be, guherandin pir metîrsîdar e. Lewra li Tirkiyeyê azadî û edalet bi awayekî trajik her diçe bipaş dikeve."

    Chomsky di berdewamiya axaftina xwe ya derbarê medyayê de jî got: "Divê em pir baldar bin ku medya mijaran çawa analiz dike, dixe çarçoveyê û pêşkêş dike. Li welatekî li rojnameyeke rojane temaşe bikin. Perçeyê kîjan çîrokan nehatine raporkirin. Di rojnamegeriyê tegehên objektîf çi ne? Li dinyayê ne tenê hikûmet tiştên ku em dixwazin bibînin asteng dikin. Ji bo rehetiya xwe jî em îteatê dikin. Divê em di vê mijarê de baldar bin."

    Bi heman mijarî:

    Chomsky: 'Ez li hember vê biryarê mam heyirî'
    Noam Chomsky: 'Erdogan ji bo welatê xwe metirsiyek mezin e'
    Chomsky: ‘Tirkiyeya ku Kurdistana xweser naxwaze piştgiriya DAIŞê dike'
    Chomsky: ‘Tirkiye hewl dide ku êrişî kurdan bike'
    Chomsky: ‘Bila şandeyekî serbixwe navbeynkariya kurdan û Tirkiyeyê bike'
    Etîketan:
    Guherandina Destûra Bingehîn, Fîlozof û zimanzanê amerîkî, Noam Chomsky, Arîzona, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de