13:58 26 Îlon 2017
Zindî
    Enrique Pena Nieto

    Meksîkayê bersiv da Trump: "Em pereyê dîwar nadin"

    © REUTERS/ Henry Romero
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3910

    Serokê Dewleta Meksîkayê Nieto bersiv da Trump û ragihand ku em pereyê dîwarê ku di navbera sînorê herdu welatan de were avakirin nadin.

    Serokê Dewleta Meksîkayê Enrique Pena Nieto bersiv da Serokê Amerîkayê Donald Trump û ragihand ku em pereyê dîwarê ku di navbera sînorê herdu welatan de were avakirin nadin.

    Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryarnameya avakirina dîwarê sînorê navbera Meksîka û Amerîkayê îmze kir, Serokê Meksîkayê Nieto bi vîdyoyê peyamek weşand û ragihand ku baweriya Meksîkayê bi astengî û bi dîwaran tuneye, ez vê helwesta Trump rexne dikim.

    Nieto di berdewamiya peyama xwe de got: "Min çendin caran gotiye, Meksîka ji bo avakirina tu dîwaran pereyan nade. Wekî Serokê Meksîkayê ez ê berjewendiya meksîkiyan biparêzim."

    Serokê Meksîkayê di dirêjiya peyama xwe de got: "Meksîka ji bo gelê Amerîkayê dostanî û ji bo hikûmeta wê jî daxwaza xwe ya lihevkirinê pêşkêş dike."

    Bi heman mijarî:

    Trump: "Li Sûriyeyê em ê herêmên ewle ava bikin"
    Bizavkar biryara Trump a dîwarlêkirinê protesto dikin
    'Trump wê ji bo avakirina herêma ewle li Sûriyê fermanê bide'
    Trump soza xwe ya Meksîkayê bi cî anî
    Rayedara servîsa nepen ya Amerîkayê: ‘Ez bo Trump gule naxwim
    Etîketan:
    Nieto bersiv da Trump, Serokê AmerÎkayê, Serokê Dewleta Meksîkayê, Enrique Pena Nieto, Donald Trump, Meksîka, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de