15:55 20 Îlon 2017
Zindî
    Protestoyên piştî merasîma sondxwarinê ya Donald Trump li Washington

    RT: 39 hezar kesan weşana zindî ya peyamnêrê me temaşe dikir

    © REUTERS/ Adrees Latif
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2310

    Rêveberiya RTyê ragihand, weşana zindî ya peyamnêrê RTyê Alexander Rubinsteinê ku li dema protestoyên merasîma sondxwarina Serokê Amerîkayê Donald Trump hatibû binçavkirin, ji aliyê 39 hezar kesan ve dihat şopandin û ligel ku li ser cilûbergên wî nivîsa RT hebû jî hatiye binçavkirin.

    Rêveberê Giştî yê RTyê li Amerîkayê Mihail Solodovnikov, dema binçavkirina peyamnêrê RTyê li Washingtonê wek kêliyeke watedar nirxand û got, Alexander Rubinstein tenê erka xwe ya rojnamevaniyê bi cî dianî û li gor standardên rojnamevanî tevgeriya ye.

    SOLODNIKOV: LI SER SAKOYÊ WÎ NÎVÎSA RT HEBÛ

    Solodnikov bi bîr xist ku Rubinstein tenê ji bo şopandina protestoyên dema sondxwarinê li wir bû û wiha pê de çû: "Nasnameya wî pê re bû. Ya balkêş ew e ku tam jî wê kêliyê di Facebookê de weşana zindî dikir û 39 hezar kesan ew temaşe dikir. Herwiha li ser wî jî sakoyê ku li ser RT dinivîsî hebû."

    'RUBINSTEIN LI GOR RÊZIKÊN ROJNAMEVANÎ KARÊ XWE KIRIYE'

    Solodovnikov hêvî kir ku dadgeha Washingtonê xetayê sererast bike û got, "Gelek delîl hene ku nîşan didin Rubinstein berî her tiştî karê xwe yê rojnamevaniyê bi cî aniye û li gor hemû rêzik û standardên rojnamevanî karê xwe kiriye."

    Bi heman mijarî:

    Koşka Spî: ‘Bi çi awayî be jî’ wê Meksîka pereyên dîwar bide
    Yildirim pîrozî li Medvedev kir
    Bizavkar biryara Trump a dîwarlêkirinê protesto dikin
    Spûtnîkê dîmenên dîwarê ku Tirkiye li sînorê Sûriyê ava dike tomar kir
    'Trump wê ji bo avakirina herêma ewle li Sûriyê fermanê bide'
    Etîketan:
    Rûsya, Amerîka, Binçavkirina Peyamnêrê RTyê, RT: 39 hezar kesan weşana zindî ya peyamnêrê me temaşe dikir, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de