13:50 26 Îlon 2017
Zindî
    Sînorê Amerîka û Meksîkayê

    Koşka Spî: ‘Bi çi awayî be jî’ wê Meksîka pereyên dîwar bide

    © AFP 2017/ Sandy Huffaker
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2410

    Di daxuyaniya ku ji aliyê Koşka Spî ve hat belavkirin de, li ser budçeya avakirina dîwarê Meksîkayê hat gotin, ‘bi çi awayî be jî’ dê pereyên dîwar ji aliyê Meksîkayê ve were dayîn.

    Berdevkê Koşka Spî Sean Spicer ragihand, budçeya dîwarê tê çaverêkirin 3 hezar û 200 kîlometr dirêj be, wê pêşî ji aliyê hikûmeta federalî ve were terxankirin, lê ‘Dê Meksîka vî pereyî bi çi awayî be jî bide'.

    Serokdewletê Meksîkayê Enrique Pena Nieto jî ji bo dîwarê bi sedema çûnûhatina qaçaxî tê plankirin ku were avakirin, gotibû, ‘dê welatê me ti alîkariyeke aborî nede'.

    TRUMP GOTIBÛ, DÊ HEMÛ LÊÇÛNÊN DÎWAR JI MEKSÎKAYÊ WERE STANDIN

    Serokê Amerîkayê Donald Trump di kampanyaya xwe ya hilbijartinê de, soza ji bo avakirinê dîwarê gewre yê sînorê Meksîkayê dubare kiribû û gotibû, dê hemû lêçûnên dîwar ji Meksîkayê werin standin.

    Bi heman mijarî:

    Yildirim pîrozî li Medvedev kir
    Spûtnîkê dîmenên dîwarê ku Tirkiye li sînorê Sûriyê ava dike tomar kir
    'Trump wê ji bo avakirina herêma ewle li Sûriyê fermanê bide'
    Bi çend çalakiyên cuda alîkarî ji penaberên Şingal û Mûsilê hat şandin
    Li Egeyê erdhejeke mezin çêbû
    Etîketan:
    Koşka Spî, Trump, Lêkirina Dîwarê Meksîkayê, Sînorê Amerîka û Meksîkayê, Meksîka, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de