10:01 24 Nîsan 2018
    Kazakistan - Astana

    ‘Serkeftina Zîrweya Astanayê ya Rûsya û Tirkiyeyê ye'

    © Sputnik / Alexandr Kryazhev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Kazakistanê Roman Vasîlenko di axaftina xwe ya derbarê Zîrweya Astanayê de ragihand ku serkeftin esasî ya Rûsya û Tirkiyeyê ye.

    Roman Vasilenko
    © Foto : Kazakistan Dışişleri Bakanlığı
    Cîgirê Wezîrê Derve yê Kazakistanê Roman Vasîlenko di axaftina xwe ya li Otela Rixosê ku hevdîtinên Asstanayê lê hatin kirin de ji rojnamevanan re got: "Alîgirên sûriyeyî ku hetanî duhî şer dikirin bisaya Rûsya û Tirkiyeyê yekemîn car li maseyê rûniştin. Ji bo organîzeya hevdîtinên Astanayê me kedeke mezin da. Berî civînê ji bo kesên beşdar me zahmetî kişandin û ne hêsan bû. Alîgirên sûriyeyî cara yekemîn hatin cem hev. Em wekî Kazakistanê bi organizeya vê civînê me tecrube wergirt û piştgiriya Rûsya, Tirkiye û Îranê jî çêbû."

    HEYETA TIRK DAXWAZA DAXUYANIYÊ RED KIR

    Di vê navberê de heyeta tirk li ser dîrektîfa fermî ya Enqereyê daxwaza daxuyaniya çapemenî red kir. Heyeta tirk sedema redkirina daxuyaniyê ji bo zahmet derbasbûna pêvajoyê nîşandan, li gorî van ji bo hevdîtin bi zahmetî derbas bûye hewceyî bi daxuyaniya çapemeniyê tuneye.

    BI RÛSYAYÊ RE DI NAVA TÊKILIYEKE XURT DE NE

    Ji aliyê din ve yek ji berpirsê heyeta tirk ku tevlî hevdîtinan bibû û nexwest navê wî were dayîn got: "Di hevdîtinan de em bi Rûsyayê re di nava têkiliyên baştir de ne. Niha ez dikarim vê bêjim."

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: "Li Astanayê serkeftineke cidî hat bidestxistin"
    Çavuşoglu: Li Astanayê biryara avakirina mekanîzmaya sêqolî hat standin
    Ji 7 partiyên siyasî yên li Rojava daxuyaniya Astanayê
    Îran: Hevdîtinên Astanayê gihîştin meqseda xwe
    Serokê ENKSê: Me li Astanayê bi nûnerên Almanya, Brîtanya û Fransayê re hevdîtin kir
    Etîketan:
    Zîweya hevdîtina Astanayê, Hevdîtinên Astanayê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Kazakistanê, Roman Vasîlenko, Astana, Kazakistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de