11:59 23 Gulan 2018
    James Mattis

    Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Mattis bi Stoltenberg re hevdîtin kir

    © REUTERS / Lucas Jackson
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Parastin ê Amerîkayê James Mattis di roja wezîfeya xwe pêşî de bi Stoltenberg, Wezîrê Parastin ê Îngîltereyê Fallon û yê Wezîrê Parastin ê Kanadayê Sajjan re bi rêya telefonê hevdîtinek pêk anî.

    Wezîrê Parastin ê Amerîkayê James Mattis di roja wezîfeya xwe pêşî de bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, Wezîrê Parastin ê Îngîltereyê Michael Fallon û yê Wezîrê Parastin ê Kanadayê Harjit Sajjan re bi rêya telefonê hevdîtinek pêk anî.

    Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku Mattis di axaftina xwe ya bi rêya telefonî ji Stontelberg re gotiye: "NATO ji bo Amerîkayê pir girîng e û dê Washîngton girêdana xwe ya tifaqê biparêze."

    Herwiha Mattis û Fallan di axaftina xwe ya telefonî de behsa girîngiya hevkariya leşkerî ya navbera Washîngton û Londrayê hate kirin û Mattis girîngiya ewlehî ya Îngîltereyê ji bo Amerîkayê nirxand. Wekî din Mattis ji bo Îngîltere ji sedî 2yê bûdçeya xwe ji xerciyên NATOyê re vediketîne bi rêya hemkarê xwe spasiya rêvebiriya Londrayê kir.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de ji bo axaftina Mattis û Sajjan jî hat gotin ku herdu wezîran girîngiya NATO û NORAD ji bo Kanada û Amerîkayê bi erênî nirxandine.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Parastin ê Amerîkayê çû Bexdayê
    Ji Wezîrê Parastin ê Amerîkayê serdana suprîz
    Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Carter çû Enqereyê
    Wezîrê Parastin ê Birîtanyayê Michael Fallon çû Herêma Kurdistanê
    Etîketan:
    NORAD, Wezîrê Parastin ê Amerîkayê, NATO, James Mattis, Harjit Sajjan, Michael Fallon, Jens Stoltenberg, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de