22:29 23 Tebax 2017
Zindî
    Li Hindistanê qezaya trênê

    Li Hindistanê qezaya trênê: 36 mirî, 100 birîndar

    © REUTERS/ ANI
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3410

    Li eyaleta Andhra Pradeş a li bakurê rojhilatê Hindistanê, trên ji rê derket û qulipî. Di encaam qezayê de 36 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Berdevkê Rêyahesin ê Perava Rojhilatê J. P. Mishra, diyar kir ku lokomotîv û 7 vagon ji rê derketine û di encama qezayê de 36 kes mirine, tenê nasnameyên 19 kesan diyar bûne. Mishra aşkere kir ku nêzîkî 100 kes jî birîndan bûne û dibe hejmara miriyan zêde bibe.

    Sedema jirêderketina vagonan tê lêkolînkirin.

    Serokwezîrê Hindistanê Narenda Modi li ser medyaya civakî daxuyanî da û sersaxî ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane xwest. Wezîrê Rêya hesinî yê Netewî Suresh Purabhu destnîşan kir ku ew ê alîkariyê malbatên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane û kesên birîndar bûne.

    Li Hindistanê bi rêya hesinî rojane bi 11 hezar trênan re 23 milyon kes rêwîtiyê dikin. Di meha mijdara 2016an de li eyaleta Uttar Pradeşê di encama qezayekê de 14 vagon ji rê derketibûn û di encamê de 145 kes miribûn, 76 bi giranî 226 kes jî birîndar bibûn.

    Bi heman mijarî:

    Li Moskowê di stasyonên trênê de bombe nehatin dîtin
    Li Moskovayê alarma bombeyî: 3 îstasyonên trênê hatin tahliyekirin.
    Îstasyona trênê ya Kolnê hat valakirin
    Qezaya Trênê: 55 kes jiyana xwe ji dest dan
    Li Mûşê di dema derbasbûna trênê de bombe teqiya
    Li Mûşê li hemberî trênê êrîşa bombeyî pêk hat
    Li Spanyayê qezaya trênê çêbû: 4 kes mirin
    Etîketan:
    qezaya trênê, Rêyahesen ê Perava Rojhilatê Hindistanê, Suresh Purabhu, J. P. Mishra, Narenda Modi, Uttar Pradeş, Hindistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de