08:47 23 Îlon 2017
Zindî
    Pentagon

    Pentagon: Li Lîbayayê du kampên DAIŞê hatin ruxandin

    © Sputnik/ Spûtnik
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYAYê Peter Cook ragihand ku di encama operaysonên li dijî DAIŞa li Lîbayayê de, 2 kampên DAIŞê hatine ruxandin.

    Pentagonê ragihand ku wan sengerên DAIŞê li bajarê Sîrtê yên berî demekê ji DAIŞê hatibû paqijkirin bombebaran kirin.

    Cook diyar kir ku operasyon bi bombeyên B-2yê pêk hatiye û wiha dewam kir: "Şeva çarşemê, balafirên DYAyê bi Hikûmeta Mutabeqeta Neteweyî ya Lîbyayê re operasyonek li başûrê rojavayê Sirtê pêk aniye û di encamê de du kampên DAIŞê hatine ruxandin."

    Hêjayî gotinê ye ku ev operasyon berî ku Obama peywira xwe radestî Serokê DYAyê yê hilbijartî Donald Trump bike bi çend saetan pêk hatiye. CNNê ragihand ku Obama berî çend rojan operasyon pesend kiriye.

    Bajarê Sîrtê xwedan giringiyeke taybet e, ji ber bajarê serokê Lîbyayê yê berê Muamer Qedafî lê ji dayik bûye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em ji rageşiya li Lîbyayê bifikar in
    Rûsya: Em naxwazin Sûriye bibe wek Iraq û Lîbyayê
    Piştî du salan, cara yekem petrola Lîbyayê hat hinardekirin
    NYê ji bo êrîşa li Lîbyayê piştgirî da Amerîkayê
    Hêzên Lîbyayê kargehek mezin ya DAIşê bidestxist
    Etîketan:
    Donald Trump, Barack Obama, DAIŞ, DYA, Sîrt, Lîbya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de