14:37 19 Îlon 2017
Zindî
    Gambiya Devlet Başkanı Yahya Jammeh

    Dostên nêzîk ê Serokê Dewleta Gambiyayê jî wî diterikînin

    © AP Photo/ Candace Feit
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Serokê Dewleta Gambiyayê Yahya Jammeh ku serokatiya dewletê bi derbeyêke leşkerî bi dest xistibû piştî 22 salan digel ku di hilbijartinê de têk jî çû dîsa jî dev ji erka serokatiyê bernade.

    Serokê Dewleta Gambiyayê Yahya Jammeh ku serokatiya dewletê bi derbeyêke leşkerî bi dest xistibû piştî 22 salan digel ku di hilbijartinê de têk jî çû dîsa jî dev ji erka serokatiyê bernade. Devjêneberdana serokatiya dewletê bû sedema krîzê û dostê nêzîk ê Jammeh Cîgirê Serokê Gambiyayê Isatou Nije-Saidy jî dev jî wî berda û ji erka xwe îstîfa kir.

    Cîgirê Serokê Gambiyayê Isatou Nije-Saidy ku yek ji welatê Efrîqaya Rojava ye dev ji erka xwe berda. Nije-Saidy di daxuyaniya xwe de ragihand ku di şert û mercên heyî de ez nikarin wezîfeya xwe ya Cîgirtiya Serok bidomînim û ji bo vê ez îstîfa dikim.

    Isatou Nije-Saidy ji sala 1997an ve di nava rêvebiriya dewleta Gambiyayê de wezîfeyên bilind meşandin. Berî niha jî Wezîrê Derve Neneh MacDouall-Gaye û Wezîrê Perwerdeya Bilind Abubekir Senghore ji wezîfeya xwe îstîfa kiribûn.

    YÊN KU ÎTÎRAZA ENCAMÊN HILBIJARTINÊ BIKE WÊ ASÎ WERE HESIBANDIN

    Ji aliyê din ve yek ji şêwirmendê Barrow Mai Ahmad Fatty duhî di hisabê xwe yê medya civakî de peyamek parve kir û ragihand ku ji îşev pê ve kî li encamên hilbijartinê îtîraz bike dê wekî îsyankar werin hesibandin.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Gambiyayê ku nexwest dest ji kar berde rewşa awarte ragihand
    El Şebab, êrişî baregeha Yekîtiya Efrîqayê kir: Herî kêm 50 kuştî
    Deshilatdariya Efrîqaya Başûr di hilbijartina herêmî de derbe xwar
    Etîketan:
    Cîgirê Serokê Gambiyayê, Serokê Dewleta Gambiyayê, Abubekir Senghore, Neneh MacDouall-Gaye, Isatou Nije-Saidy, Yahya Jammeh, Gambiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de