21:12 26 Îlon 2017
Zindî
    Joseph Muscat

    Malta: "Divê wekî Tirkiyeyê peymanek bi Libyayê re jî were çêkirin"

    © AFP 2017/ FREDERICK FLORIN
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Serokwezîrê Maltayê Joseph Muscat ku wê serokatiya demkî ya Yekîtiya Ewropayê dewr bistîne ragihand ku wekî Tirkiyeyê divê peymaneke penaberan bi Libyayê re jî were îmzekirin.

    Serokwezîrê Maltayê Joseph Muscat ku wê serokatiya demkî ya Yekîtiya Ewropayê dewr bistîne ragihand ku ji bo rawestandina koçberên ku ji Deryaya Spî derbasî Ewropayê dibin bê çawa bi Tirkiyeyê peyman hate çêkirin divê bi Libyayê re jî were îmzekirin.

    Joseph Muscat duhî di axaftina xwe ya Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê de got: "Heke peymaneke wekî ya Tirkiyeyê ji bo Deryaya Spî bi Libyayê re neyê îmzekirin, bêguman wê krîzeke penaber a mezin derkeve."

    Muscat di berdewamiya axaftina xwe de got: "Helbet pêşî divê em tekoşînê bi van bazirganên însanî ku ji vî kare koçberiyê milyonan qezenç dikin bikin. Piştî vê kesên ku wekî penaber têne zanîn dibe ji bo derbasbûna wan ya Ewropayê bi ewle bibe."

    Xeta Libya û Îtalya herî zêde ji terefê penaberên feqîr ên welatê Sahrayê jêr ve tê bikaranîn û ji wir dixwazin derbasî welatên dewlemend ê Ewropayê bibin.

    Bi heman mijarî:

    Li bajarê Germiyan, wesayetek balhilgir, zarokên penaber perçiqand
    Li Yûnanistanê ji ber nebûna cih penaber xistin nava keştiya şer
    Îsal zêdetirî 5 hezar penaber di Behra Spî de xeniqîn
    Li Yunanîstanê 13 hezar penaber winda ne
    Di rojekê de 3 hezar û 300 penaber hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    Peymana penaberan a Yekîtiya Ewropayê bi Tirkiyeyê re, Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê, Serokwezîrê Maltayê, Joseph Muscat, Malta, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de