21:39 25 Îlon 2017
Zindî
    Hindistan

    Li Hindistanê qezaya wesayîtan: 24 zarok mirin û 24 jî birîndar bûn

    © AFP 2017/ SAM PANTHAKY
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Li eyaleta Uttar Pradeş a bakurê Hindistanê wesayîta xwendevanan û qemyona kumê li hev qelibîn, di encama qezayê de 24 zarokên xwendevan jiyana xwe ji dest dan.

    Li eyaleta Uttar Pradeş a bakurê Hindistanê wesayîta xwendevanan û qemyona kumê li hev qelibîn, di encama qezayê de 24 zarokên xwendevan jiyana xwe ji dest dan.

    Berpirsê Midûriyeta Ewlehî yê eyaleta Uttar Pradeş a Hindistanê Javeed Ahmed di daxuyaniya xwe de ragihand ku qemyona ku gelekî bi lezgîn diçû ji paş ve li wesayîta xwendevanan ku emrê wan di navbera 3 û 12an de bû qelibî. Li gorî doneyên pêşî di encama qezayê 24 zarok jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 24 zarok jî birîndar bûn.

    Javeed Ahmed di berdewamiya axaftina xwe de got: "Xebata alîkarî ya rizgarkirina zarokan ji wesayîtê didome. Li herêmê ji ber rewşa hewaya tund navbera perwerdedayînê hat dayîn."

    Ji aliyê din ve berpirsekî ewlehî yê din Daljeet Chaudhary di daxuyaniya xwe de ragihand ku li herêmê ji ber hebûna mijê zêde mesafeya nêrînê kêm bûye.

    Bi heman mijarî:

    Krîza Keşmîrê aloziya navbera Hindistan û Pakîstanê zêde dike
    Izvestiya: "Hindistan dixwaze ji Rûsyayê moşekên kruz bistîne"
    Hindistan dê konsolosxaneya xwe li Hewlêrê veke
    Çîn û Hindistan, daxwaza pergala moşekên S-400î dikin.
    HINDISTAN - Peykerê Mela Mistefa li kêleka Gandî û Mandela tê danîn
    Etîketan:
    24 mirî û 24 birîndar, Li Hindistanê qezaya trafîkê, Berpirsê Midûriyeta Ewlehî yê eyaleta Uttar Pradeş, Javeed Ahmed, Daljeet Chaudhary, Hindistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de