20:05 22 Îlon 2017
Zindî
    Fîloya Amerîkayê

    Amerîka filoya xwe F-35 li Japonyayê bi cih kir

    © Wikipedia/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3001

    Hat ragihandin ku filoya deryayî ya êrişî F-35 Lightenin 2 a Amerîkayê ji bo wezîfeya xwe ya rapirê deryayî bike li Japonyayê bi cih bû.

    Hat ragihandin ku filoya deryayî ya êrişî F-35 Lightenin 2 a Amerîkayê ji bo wezîfeya xwe ya rapirê deryayî bike li Japonyayê bi cih bû.

    Hêza Seferî ya Piyayiyên Deryayî ya Sêyemîn di daxuyaniya xwe de ragihand 10 balafirên ku ji Fîloya Êrişî ya Balafirên Şer ên Deryayî ya 121emîn rabûn gihîştin baregeha xwe ya Piyayiyên Deryayî li bajarê Iwakuni ya Japonyayê.

    Fermandariyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "6 balafirên F-35B jî wê di mehên havînê de li baregehê werin bicihkirin. Balafir ji bo ku bikaribin Umana Pasîfîkê derbas bikin pêşî li Baregeha Yuma ya Arîzonayê daketin û ji wir jî uman derbas kirin û gihîştin Japonyayê.

    Li gorî zanyariyan fîloya F35B ku wekî Şovalyeyên Kesk têne binavkirin bi Fermandariya Hêzên Pasîfîkê re wê tevlî tetbîqatekê û li ser keştiya balafirên şer dê perwerdehiya daketin û rabûnê bibin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: ‘Em bi welatên ASEANê re ji bo herêma Asya-Pasîfîk di têkiliyên baş de ne
    DYAyê cara pêşîn 3 balafirên nukleer şandin Pasîfîkê, tansiyon bilind dibe
    Li Pasîfîkê bi mezinahiya 7.7 erdhej pêk hat
    Çîn, nokaveke bi çeka nûkleerî dişîne Pasîfîkê
    Pûtîn:'Divê ji Pasîfîkê hetanî Okyanûsa Atlasê herêmeke ewlehî were avakirin'
    Etîketan:
    Fîloya Êrişî ya Balafirên Şer ên Deryayî ya 121emîn, Hêza Seferî ya Piyayiyên Deryayî ya Sêyemîn, Umana Pasîfikê, Japonya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de