01:58 24 Tebax 2017
Zindî
    Civîna dawî ya Serokê Amerîkayê Barack Obama

    Obama: Pêdiviya dinyayê bi pêwendiyên 'çêker' ên bi Rûsyayê re heye

    © REUTERS/ KEVIN LAMARQUE
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Serokê Amerîkayê Barack Obama beriya ku posta xwe radestî Donald Trump bike, di civîna xwe ya dawî ya rojnamevanî de got ku pêdiviya dinyayê bi girêdana pêwendiyên 'çêker' bi Rûsyayê re heye.

    Obama diyar kir ku rakirina sepandinên toleyên ser Rûsyayê girêdayî wê ye ku ‘Dest ji karên navxweyî yên Ukraynayê vekişînin' û wiha got: "Rûsya hem erda Ukraynayê dagir dike û tevî karên wan ên navxweyî dibe, hem jî piştgiriya serhildêrên ku yasayên navnetewî binpê dikin dike."

    ​Serokê Amerîkayê ragihand, ‘Ji Rûsan re vê dibêjim, çawa ku we ev pêkanîn dê tole jî rabin'.

    Obama li ser kêmkirina sizayê leşkerê berê Chelsea Manning jî diyar kir ku twittên damezirînerê Wikileaksê Julian Assange ti bandor li ser biryara wî nekiriye.

    'ASSANGE AMADE YE XWE RADEST BIKE'

    Obama da zanîn ku heger Assange were berdan ew amade ye xwe teslîm bike û got, ‘Ez bala xwe nadim ser twittên damezirînerê Wikileaksê, lewra jî di vê biryara min de ti bandora wî çênebû.'

    OBAMA: DANÛSTANDINÊN ÇÊKER DÊ DI PEYMANÊN NAVOKÎ DE PÊŞVEÇÛNÊ BÎNE

    Obama bal kişand ser ku ger rêveberiya nû ya Amerîkayê bikeve nav danûstandinên çêker dê di peymanên navokî (nukleerî) de pêşveçûn çêbibe û wiha axivî: "Heger serokê hilbijartî Trump bi awayekî cidî danûstandinan bipêşve bibe, di wê baweriyê de me ev dê ji bo her du welatan jî baş bibe ku stokên xwe bikarin kêm bikin."

    Bi heman mijarî:

    Li Zanîngeha Akdenîz a Antalyayê îskele hilweşiya: 7 karker di bin de man
    'Balafirên Tirkiyê 11 gundên Herêma Kurdistanê bombardiman kir'
    'Dibe ku tîma Trump beşdarî Astanayê bibe'
    Tirkiye: Pêwendiya me ya Rûsyayê nayê wateya qutkirina têkiliyên NATOyê
    Pûtîn bo Ukrayna û Sûriyeyê bi Merkel û Hollande re hevdîtin pêk anî
    Etîketan:
    Civîna dawî ya çapemeniyê, Obama, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de