11:01 20 Tebax 2017
Zindî
    Cem Ozdemir

    Cem Ozdemir bû namzede serokwezîrtiyê

    © AFP 2017/ ODD ANDERSEN
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3701

    Namzedên serokwezîrtiyê ya Partiya Keskan bo hilbijartina Parlamentoya Federal a Almanyayê ku di demsala payîzê de pêk bê eşkere bûn. Cem Ozdemir û Katrin Göring-Eckardt dê bibin dijberên Serokwezîr Angela Merkel.

    Di nav nanzedên Partiya Keskan, namzeda jin Katrin Göring-Eckardt, namzedên mêr jî Cem Ozdemir, Cigirê Serokê Eyaleta Schleswig Holstein Robert Habeck û Serokê Koma Parlementoya Federal Anton Hofreiterê cih digirin.

    OZDEMIR ZÊDETIRÎ 75 DENGAN HAT HILBIJARTIN

    Partiya Keskan bo namzedan kifş bike, bi riya nameye bang li 61 hezar endamên xwe kiribû ku deng bikar bînin. Katrin Goring-Eckardt 23 hezar û 967 dengan wek namzeda jin hat hilbijartin. Bo namzedên mêr jî Cem Ozdemir sedî 35.9ê dengan (12 hezar û 204 deng) Robert Habeck sedî 35.7ê (12 hezar 129 deng) standibûn.

    Di encama dengdayînê de Ozdemir zêdetirî 75 dengan bi Eckardtê re bûn namzedên serokwezîrtiyê ya Partiya Keskan.

    Anton Hofreiterê k udi rêza sêyeîn de cih girt jî 8 hezar û 886 dengan stand.

    Cem Ozdemirê 51 salî, 8 sala Serokatiya Pariya Keskan dike. Ozdemir zewiciye û bavê 2 zarokan e.

    Bi heman mijarî:

    Cem Ozdemir: "Divê Tevgera Gulen xwe bide nasîn"
    Cem Ozdemir: Cara yekem e ku serokkomarek li dû torlan disekine
    Cem Ozdemir ji hevbajariya Tokatê hat derxistin
    Li hemberî Cem Ozdemir êrişên sîberê
    Gefa kuştinê li Cem Ozdemir dixwun
    Etîketan:
    serokwezîr, namzed, Angela Merkel, Cem Ozdemir, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de