10:33 19 Tebax 2017
Zindî
    Guantanamo

    Amerîka: "Li Guantanamoyê 45 mehkûm man"

    © Foto: Shane T. McCoy
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Wezareta Parastin a Amerîkayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku piştî wan 10 mehkûmen din şandin Ûmmanê li Guantanamoyê hejmara mehkûman dakete 45an.

    Wezareta Parastin a Amerîkayê di daxuyaniya ji bo qebûlkirina mehkûman spasiya rêvebiriya Ûmmanê kir û ragihand ku mehkûm di binê bergiriyên ewlehî û di nava şert û tedwîrên însanî de hatine veguhestin.

    Yek ji wehdên Serokê Amerîkayê Barak Obama berî ku dest bi wezîfê bike girtina Guantanamoyê bû. Piştî ku dest bi wezîfê ji bo girtina girtîgehê biryarnameyek îmze kir ku di nava salekê de girtîgeh were girtin, lê negihişt vê armanca xwe.

    TRUMP LI DIJÎ SERBEST BERDANÊ DERDIKEVE

    Serokê Amerîkayê yê nû Donald Trump di hisabê xwe yê Twitterê de ragihand ku girtiyên Guantanamoyê pir bi talûke ne û divê serbest neyên berdan. Hemû girtiyên Guantanamoyê pir bi talûke ne û dibe dîsa vegerin qada şer."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Obama: ‘Em ê Girtîgeha Guantanamoyê bigirin’
    Ji Guantanamo 4 dîlên din hatin şandin
    Obama cezayê Chelsea Mannîng kêm kir
    Serokomarê Îsraîlê: Obama her tim piştevaniya Îsraîlê kir
    Maduro: Ne pêkan e ku Trump ji Obama xerabtir be
    Etîketan:
    Girtiyên Guantanamoyê, Wezareta Parastin a Amerîkayê, Barak Obama, Donald Trump, Guantanamo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de