09:49 18 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa Amerîkayê

    Ji Pentagonê daxuyaniya El Babê: "Me êrişên hewayî destpê kirin"

    © Flickr/ Morning Calm Weekly Newspaper Installation
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 38 0 0

    Berdevkê koalîsyona dijberê DAIŞê yê bi pêşengiya Amerîkayê mîralay John Dorrian ragihand ku li Sûriyeyê kordînasyona bi Tirkiyeyê berdewam e.

    Berdevkê koalîsyona dijberê DAIŞê yê bi pêşengiya Amerîkayê mîralay John Dorrian ragihand ku li Sûriyeyê kordînasyona bi Tirkiyeyê berdewam e, koalîsyonê li El Babê dest bi firînên kifşê û êrişên hewayî kir.

    John Dorrian li Bexdayê bi rêya telekonferansê bi Wezareta Derve ya Amerîkayê Pentagonê re axivî û got: " Hêzên koalîsyonê li Sûriyeyê kordînasyona xwe ya rojane bi Tirkiyeyê re dimeşîne. Di demên dawî de li herêma El Babê bi Tirkiyeyê ji bo piştgiriya hêzên li qadê firînên kifşê destpê kirin û li heman herêmê êrişên hewayî yên li dijî rêxistinê destpê kirin. Di van erîşan de hêdefên nêzî bajêr yên dijmin hatin rûxandin."

    Dorrian di berdewamiya axaftina xwe de got: "Koalîsyon hewl dide zêdetir bi Tirkiyeyê re li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê li heman eniyê şer bike û di kordînekirina leşkerên Tirkiye û Amerîkayê ji heman cihî de em ê berdewam bin."

    Bi heman mijarî:

    Dorrian: Em piştevaniya ti hêzeke piştgiriya PKKê dike nakin
    'Amerîka dixwaze li Sûriye û Iraqê dewlata kurd damezirîne'
    Sûriye: Tirkiye û Amerîka jî tê de, em ê li dijî destwerdanên leşkerî derkevin
    "Amerîka ji serkeftinên Muhafizên Şoreşê ya li Sûriyeyê û Iraqê aciz e"
    Amerîka 5 wezîrê Sûriyeyê û bankayek rûsî daxilê lîsteya sepandinê kir
    Etîketan:
    Operasyona Mertalê Firatê, Berdevkê koalîsyona dijberê DAIŞê, John Dorrian, Iraq, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de