23:50 13 Kanûn 2017
Zindî
    ala tirk- derbe- derbeya leşkerî

    Partiya Keskan bertek da polîtîkayên Tirkiyeyê: Bila bertekên zelal bên dayîn

    © REUTERS/ Vincent Kessler
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Partiya Keskan ji ber polîtîkayên dawî yê Tirkiyeyê bertek nîşan da û xwest ku êdî li hember van polîtîkayan bertekên zelal bên dayîn.

    Piştî Partiya Sosyalîst a Swîsreyê, Keskan jî têkildarî polîtîkayên Tirkiyeyê yên dawî de hin bertek da.

    Kongrera delegeyên navendî ya Partiya Keskan a Swîsreyê li bajarê  La Chaûx-de- Fonds hate lidarxistin. Di kongreyê Hevserokên Keskan Regula Rytz û Luca Maggi, delegeyên li tevahiya Swîsreyê û parlementerên netewî û kantonan jî amade bûn. Di kongreyê Parlementerê HDPê yê Mêrdînê Mîthat Sancar jî amade bû.

    Di beşa duyem ya kongreyê de piranî behsa polîtîkayên Serokomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan û AKPê hate kirin.

    RYTZ: DIVÊ LI DIJÎ ERDOGAN BERTEKÊN ZELAL BÊN RABERKIRIN

    Hevserokê Keskan Regula Rytz axivî û diyar kir ku polîtîkayên ku Erdogan niha dişopîne nayên qebûlkirin, divê her ferdekî li Ewropayê dijî polîtîkayên ku li Tirkiyeyê tên meşandin bikevin nava tevgerê.

    Rytz bertekên Ewropayê ya nerm a li dijî polîtîkayên Tirkiyeyê jî rexne kir û got: 'Divê li dijî Erdogan êdî bertekên zelal bên raberkirin, divê piştgiriya bi beşên demokrat ên li Tirkiyeyê bi taybet bi HDPê re bê xurtkirin.'

    MÎTHAT SANCAR: NÊZÎKATIYÊN EWRÛPA YÊN NERM NAYÊ QEBÛLKIRIN

    Sancar êrişên li dijî HDPê tên kirin bi bîr xist û rexne li nêzîkatiyên nerm ên Ewrûpa li bermaber êrişên Tirkiye yên li ser kurdan tên meşandin jî kir. Sancar got:

    Erdogan hemû distûrên hiqûqî bin pê dike û dixwaze bi awayekî giştî bi distûrên antî-demokratîk sîstemekê nû ava bike lê Ewrûpa bêdeng dimîne. ev yek nayê qebûlkirin.'

    Bi heman mijarî:

    Rûhanî ji Erdogan re: Hêvî dikim, em bi hev re dawiya terorê bînin
    Washingtonê bersiva Erdogan da û rojnamevanên girtî bi bîr xist
    Peskov: Ti hevdîtina Sûriyeyê di navbera Pûtîn û Erdogan de nehatiye plankirin
    Pûtîn û Erdogan ji bo Sûriyeyê axivîn
    Erdogan: Ev rêxistin, lingên heman heştpêyî ne
    Etîketan:
    şer, bêdengî, bertek, polîtîkayên erdogan, mîthat sancar, Luca Maggi, Regula Rytz
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de