15:06 12 Kanûn 2017
Zindî
    Diyanet İşleri Başkanlığı

    Almanya derbarê 'çalakiyên sîxurî' yên diyaneta tirk de lêpirsîn, da destpêkirin

    © Foto: Twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 21

    Almanya li ser îdiayên melayên tirk yên bi ser Yekitiya Tirk-Îslam ya Karên Diyanetê 'çalakiyên sîxurî' dikin, lêpirsîn da destpêkirin.

    Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî yê Almanyayê Johannes Dimroth, di axaftina xwe ya Deutsche Welleyê de diyar kir ku li ser îdiayên ku hin melayên tirk sîxuriyê dikin wan lêpirsîn dane destpêkirin û wiha pê de çû: 'Lêpirsîna derbarê hin meleyên bi ser Yekitiya Tirk-Îslam ya Karên Diyanetê, ya ji aliyê endamên ewlehiyê ve hêj berdewam dike.'

    Berdevk Dimroth diyar kir ku ew dixwazin ku  rêvebiriya Yekitiya Tirk-Îslam ya Karên Diyanetê jî di dema lêpirsînê de alîkariya wan bike û di vê mijarê de bi awayekî zelal tevbigerin.

    'EM JI TÊSÎRA TIRKIYEYÊ YA LI SER ALMANYAYÊ ACIZ IN'

    Berdevk Dimroth  li ser pirsa 'gelo wê melayên ku sîxurî kirine, bên dersînorkirin' got wê hikumetên parêzgehan biryarê bidin û diyar kir ku ew ji têsîra siyasî ya Tirkiyeyê ya li ser Almanyayê gelekî aciz in.

    PIŞTÎ HEWLDANA DERBEYA LEŞKERÎ DERKET HOLÊ KU DIYANET JI 38 WELATAN AGAHIYÊN SÎXURÎ BERHEV DIKE

    Piştî hewldana derbeya leşkerî derket holê ku Saziya Diyaneta Tirkiyeyê li 38 welatan agahiyên sîxurî berhev dike û raporan amade dike.

    Di raporan de tê dîtin ku derbarê kesên ku têkiliya wan bi FETOyê re hene agahî têne berhevkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li dijî Wezareta Diyanetê ya Tirk serlêdana sûcê hat dayîn
    Diyanetê 2 hezar û 560 karmendin din ji kar dûrxistin
    Weqfa Diyanetê ya Tirkiyayê alîkariya terorîstên DAIŞê dike
    Şêx Google Şêxê Diyanetê derewand
    Etîketan:
    melayên sîxur, melayên tirk, tomarkirin, feto, agahî, Johannes Dimroth
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de