06:34 13 Kanûn 2017
Zindî
    Trump: CNN tam li ber têkçûnê ye

    'Îsraîl, metirsîdar e ku Trump belgeyên nepen, bigihîne Pûtîn'

    © AP Photo/ John Locher, File
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Tê îdiakirin ku rayedarên Îsraîlî metirsîdar in ku, hin kesên ku ji rêvebiriya serokê hilbijartî yê DYAyê Donald Trump, belgeyên nepen, bigihîne Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn.

    Li gorî nûçeya rojnameya brîtanî The Independent, rayedarên îsraîlî bi endîşene û dibêjin ger Îsraîl belgeyên xwe yên nepen bi DYAyê parve bike, dema ku Trump were ser peywirê dibe ku wan bigihîne Pûtîn.

    'SÎXURIYA DYAYÊ HIŞYAR KIR: NEŞÎNIN'

    Li gorî nûçeyê rayedarên sîxuriya Îsraîl û DYAyê demek berê civîneke nepen lidar xistin. Di civînê de hatiye gotin ku 'sîxuriya DYAyê, rayaderên îsraîlî di mijara şandina belgeyên nepen ya bo Qesra Spî hişyar kirine û ji wan xwestine ku ew niha neşînin.

    Herwiha sîxuriya DYAyê diyar kiriye û gotiye ku heta ku têkiliyên di navbera Trum û Pûtîn neyê famkirin û neyê fêmkirin ku şantaj li Trump nayê kirin divê ev belge neyên Amerîkayê.

    Di nûçeyê de tê gotin ku têkiliyên Trump û Pûtîn baş in û Pûtîn jî bi Îran a dijminê Îsraîlê re di nava têkiliyên baş de ye.

    Bi heman mijarî:

    Washington Post: Rûsyayê rêveberiya Trump vexwend hevdîtinên Astanayê
    Trump: ‘Sepandinên Amerîkayê ya li ser Rûsyayê dê demek jî dewam bike'
    Peskov: Ne pêwîst e, em derbarê îdiayên têkiliyên me û Trump de biaxivin
    Donald Trump pesnê kabîneya xwe da
    Yek ji dostê herî nezîk ê Donald Trump: Gelê Amerîkayê rêzê ji gelê Kurd re digire
    Trump: CNN tam li ber têkçûnê ye
    Etîketan:
    sîxurî, şerê agahiyan, belgeyên nepen, vladîmîr pûtîn, donald trump, îsraîl, dya, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de