19:00 29 Hezîran 2017
Zindî
    Milîtanên DAIŞê

    Îspanyayê 3 gumanbarên DAIŞê desteser kir

    © Foto: Elheyat
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Îspanyayê 3 gumanbarên DAIŞê ku yek ji wan hîn li Tirkiyê bû, ew dişopand desteser kir.

    Wezareta Karên Navxweyî ya Îspanyayê ragihand ku 3 gumanbarên DAIŞê hatine desteserkirin.

    Wezareta da zanîn ku 2 gumanbarên DAIŞê li ser axa Îspanyayê ya Bakurê Afrîkayê Ceutayê, kesê din jî li bajaroka Figueras a bakurê welat hatiye desteserkirin.

    Hat zanîn ku gumanbarên DAIŞê girêdayî şaneyeke rêxistina terorîst bûne û amadehî ji bo êrîşan dikirin ku ligel wan çek jî hatin desteserkirin.

    Di daxuyaniyê de herwiha hat bibîrxistin ku hemwelatiyê Holandî yê bi eslê xwe ji Fasê ku ji Tirkiyê derbasî Îspanyayê bûye jî îhtimal heye ji cihê şer hatiye.
    Ji sala 2015an ve 181 kes bi tohmeta DAIŞê hatine girtin.

     

    Bi heman mijarî:

    Asayîşa Sîlêmaniyê nehişt mamoste biçin ber avahiya PDKê
    Dîmenên ku tê îdiakirin polîsên tirk li Amedê jin û zarokan tazî dikin derketin holê
    Puşkov: Hevdîtina Pûtîn û Trump wê bibe destpêkeke nû
    Balafirên tirk herêma Kanî Masê bombebaran kirin
    Yildirim: Li şûna 450 karkerên Şêrwanê 450 karkerên Çînê anîn
    Etîketan:
    daiş, Îspanyayê 3 gumanbarên DAIŞê desteser kir, îspanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de