
Rojnameyê ku zanyariyên xwe sipartin çavkaniyên rayedarên bihurbar ên tîma Trump, vexwendin ji aliyê Balyozê rûsî ya li Washingtonê Sergey Kîslyak ve bi riya telefonê di 28ê Berfenbarê de veguhest namzede Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî Michael Flynnê.
Rayedarê ku ji rojnameyê re axivî, lê ku navê wî nehat eşkerekirin gotiye ku rêvebiriya Trump hêj biryar nedane ku beşdarî civînên hevdîtinan bibin an ne.
Ji aliyê din ve ji Rûsyayê daxuyaniyek fermî bo piştrast kirina nûçeya Washington Postê nehatiye dayîn. Tenê Cigirê Wezîrê Karên Derveyê ya Rûsyayê Sergey Ryabkov diyar kiribû k udi navbera Kislyak û Flynnê de hin hevdîtinên bi riya telefonê pêk anî ne û şîrove derbarê nûçeyê de nikare bike.
Ajansa Reutersê dema ku 35 dîplomatên rûsî ji Amerîkayê hatibûn dersînorkirin eşkere kiribû ku Kislyak û Flynnê bi riya telefonê 5 car hevdîtin pêk anîtine.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)