06:05 25 Gulan 2017
Zindî
    Kongreay Amerîkayê

    Senetoya Amerîkayê îdiayên Rûsyayê mudexale li hilbijartinê kiriye lêpirsîn da destpêkirin

    © AP Photo/ J. Scott Applewhite
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Komîteya Îstîxbarata Senetoya Amerîkayê ragihand ku îdiayên Rûsya bi riya êrişên sîberê mudexale li hilbijartina serokatiya Amerîkayê ya 8ê Mijdarê kiriye, lêpirsîn dane destpêkirin.

    Serokê Komîteya Îstîxbaratê û Senatorê Bakurê Carolina Richard Bur û Cigirê Serok û Senator Mark Warner derbarê lêpirsînê de daxuyaniyek hevpar weşandin.

    Daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku kesên derbarê mijarê, di çerçoveya îdiayên mudexaleya bi riya sîberê ku Rûsya mudexale li hilbijartinê kiriye, dê tevlî lêpirsînê bên kirin. Hin kesên di rêvebiriya Serokê nû yê Amerîkayê ku hat hilbijartin Donald Trump û Serokê Amerîkayê Barack Obama jî di çerçoveya lêpirsînê de dê jêpirsîna wan bên standin.

    Burr û Warnerê daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku em bawerin fêm kirina mudexaleya çalakiyên ku bandorê li Amerîkayê dike çiwase, gelek girîng e.

    Bi heman mijarî:

    Trump: ‘Sepandinên Amerîkayê ya li ser Rûsyayê dê demek jî dewam bike'
    "Lihevkirina navbera Rûsya û Tirkiyeyê wê ji ya Amerîkayê bandortir be"
    Yek ji dostê herî nezîk ê Donald Trump: Gelê Amerîkayê rêzê ji gelê Kurd re digire
    Îdîaya ku ‘Adil Oksuz reviyaye Amerîkayê'
    Amerîkayê kîjan welat çend car bombebaran kir
    Amerîkayê berpirsiya xwe ya kuştina 33 sivîlan li Afganîstanê ragihand
    Etîketan:
    mudexale, îdia, destpêkirin, lêpirsîn, Mark Warner, Richard Bur, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de