03:48 15 Kanûn 2017
Zindî
    Leşkerên Tirk ên darbekar ku piştî Hewildana Darbeya 15ê Tîrmenê reviyane Yûnanîstanê

    Dadgeha Yûnanîstanê ji bo 4 leşkerên darbekar biryar da

    © AFP 2017/ SAKIS MITROLIDIS
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ji 8 leşkerên li Tirkiyê beşdarî hewildana darbeya 15ê Tîrmehê bûbûn û revîyabûn Yûnanîstanê, 4 leşkerên din ji wan derketin pêşberî dadgehê. Dadgehê ji bo biryara dawî danişîn taloqî 23yê Rêbendanê kir.

    Dadgeha Bilind a Yûnanîstanê (Arios Pagos) di rûniştina 13ê Rêbendanê de 4 leşkerên Tirkiyê yên reviyabûn Yûnanîstanê dadgeh kir û ji bo biryara radestkirina Tirkiyê danişîna dadgehê taloqî 23yê Rêbendanê kir.

    DADGEHA BILIND DÊ BIRYARA DAWÎ BIDE

    Piştî hewildana darbeya 15ê Tîrmehê 8 leşkerên darbekar bi helîkopterê reviyabûn Yûnanîstanê û daxwaza penaxwaziyê kiribûn. Dadgeha Atînayê ji bo 3 leşkeran daxwaza Tirkiyê ya radestkirina wan qebûl kiribû, ya 5 leşkerên din jî red kiribû. Hêjayî gotinê ye 3 leşkerên darbekar di rûniştinên cuda de derketin pêşberî dadwerî Yûnanîstanê û tê çaverêkirin biryara dawî ya radestkirina wan ji aliyê Dadgeha Bilind ve bê dayîn.

     

    Bi heman mijarî:

    Di Hamleye Xezaba Firatê de 45 gund û 20 bajarok hatin kontrolkirin
    Li seranserê dinyayê Facebook giran dixebite
    'Berpirsê hemû biyanîyên DAIŞê hat kuştin'
    May: Ji bo Astanayê girîng e ku Rûsya û Tirkiyê hêza xwe bikar bînin
    Rûsya: 14 herêmên din jî beşdarî agirbesta li Sûriyeyê bûn
    Etîketan:
    Tirkiye, Yûnanîstan, Dadgeha leşkerên darbekar, Yûnanîstan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de