09:02 24 Sibat 2018
Zindî
    Penaberên li Almanyayê

    Almanya penaberan vedigerîne Yûnanistanê

    © REUTERS/ Fabrizio Bensch
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Hikûmeta Almanyayê amadehiyan dike penaberên ku bi rêya Yûnanistanê ketine nava Almanyayê û li wir serlêdana penaberî kiriye wan vegerîne Yûnanistanê.

    Hikûmeta Almanyayê amadehiyan dike penaberên ku bi rêya Yûnanistanê ketine nava Almanyayê û li wir serlêdana penaberî kiriye wan vegerîne Yûnanistanê.

    Li gorî nûçeya Deutsche Welle Tirkî, Wezareta Navxweyî ya Federal di daxuyaniya xwe de ragihand ku heta meha edarê wê gengaz bibe ku em wan îadeyî Yûnanistanê bikin. Wezareta alman biryara Peymana Dublîn ku ji terefê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ve hatibû dayîn pejirand.

    QEWÎTIYA KOMÎSYONA YEKÎTIYA EWROPAYÊ YE

    Li gorî Peymana Dublînê, penaber pêşî bigihîjin kîjan welatê Ewropayê divê li wir serlêdana mafê penaberiyê bikin. Lê ji ber pirsgirêkên penaber ên Yûnanistanê Almanya ji sala 2011an ve ev biryar dabû sekinandin.

    Herwiha li gorî rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitungê, Wezîrê Navxweyî yê Almanyayê Thomas de Maiziere daxwaz ji Daîreya Penaberan û Koçê ya Federal (BAMF) kir ku bila sepandina vegerandina koçberan bo Yûnanistanê heta 15ê Edarê di meriyete de be.

    Bi heman mijarî:

    Li Yûnanistanê ji ber nebûna cih penaber xistin nava keştiya şer
    Îsal zêdetirî 5 hezar penaber di Behra Spî de xeniqîn
    Li Yunanîstanê 13 hezar penaber winda ne
    Di rojekê de 3 hezar û 300 penaber hatin rizgarkirin
    Şerma Brîtanyayê ya li hember zarokên penaber: Testa diranan
    Pêla koçberiyê didome: 5 hezar û 600 penaber hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Penaberên Yûnanistanê, Hikûmeta Almanyayê, Thomas De Maiziere, Yûnanistan, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de