00:37 19 Sibat 2018
Zindî
    Berdevkê Qesra Spî Josh Earnest

    Washingtonê bersiva Erdogan da û rojnamevanên girtî bi bîr xist

    © AFP 2018/ Brendan SMIALOWSKI
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Berdevkê Qesra Spî li Washingtonê Josh Earnest, li ser gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên di civîna rojnamevanî ya Serokê 45an ê Amerîkayê Donald Trump de ku Trump erza peyamnêrê CNNê şikandibû axivî.

    Earnest li ser gotinên Erdogan, ‘dersa peyamnêr da' got, ‘Min daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê nexwendine, lê dema li miameleya wî ya rojnamevanan mirov dihizire zêde jî pê şaş nebûm.'

    Berdevkê Qesra Spî bal kişand ser hevpeymaniya Tirkiyê di NATOyê de û pêwendiyên bihêz ên bi Tirkiyê re û da zanîn ku ew hevkariyeke nêzîk bi Tirkiyê re dikin.

    'TÊKILIYA NÊZÎK NABE ASTENG KU EM XEM Û FIKARÊN XWE BÎNIN ZIMAN'

    Earnest di berdewamê de jî got, ‘Ev têkiliya nêzîk, nabe asteng ku em xem û fikarên xwe li ser xistina zindanan a rojnamevanên serbixwe, bêdengkirina rojnamevanan û miameleyên nebaş neyînin ser ziman.'

     

    Bi heman mijarî:

    SANA: Îsraîlê êrîşî Balafirgeha Leşkerî ya Şamê kir
    Senatorê Rûsî: Peymana Rûs-Tirk a ewlehiya firînê li Sûriyê pir girîng e
    Amerîka: Divê ji bo çareseriya krîza Sûriyê li her kesî bê guhdarkirin
    Wezîrê Tirkiyê: Dê ji bo muzakereyên Kibrisê wezîr bicivin
    Trump: CNN tam li ber têkçûnê ye
    Piştî CHPê HDPê jî hilbijartina pêşwext xwest
    Etîketan:
    Rewşa Rojnamevanan, CNN, Trump, Berdevkê Qesra Spî Josh Earnest, Erdogan, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de