02:11 22 Sibat 2018
Zindî
    Trump: CNN tam li ber têkçûnê ye

    Trump: CNN tam li ber têkçûnê ye

    © AP Photo/ John Locher, File
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê 45an ê Dewletên Yekbûyî Amerîkayê (DYA) Donald Trump rexneyên xwe yên li ser CNNê domand û got ku ji ber kêmbûna reytîngan CNN tam li ber têkçûnê ye.

    Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser CNNê wiha nivîsand: ‘CNN bi nûçeyên xwe yên sexte tam li ber têkçûnê ye, çunkî reytîngên wê ji hilbijartinê heta niha hatiya asta herî kêm û dê li van nêzîkan îtibara wan jî nemîne.'

    Serokê Amerîkayê Donald Trump ku 20ê Rêbendanê piştî sondxwarinê dest bi kar dike, li civîna yekem a rojnamevanî di navbera wî û peyamnêrên CNN û BuzzFeedê de alozî derketibû.

    ​Trump ji peyamnêrê CNNê Jim Acosta ku xwestibû pirsê jê bike re gotibû, ‘Na ne tu. Tu na. Dezgeha te berbat e.' Trump li ser israrkirina peyamnêr jî gotibû, ‘Em bidomînin. Bêdeng be. Bêdengî. Bêhurmet nebe.'

     

    Bi heman mijarî:

    Piştî CHPê HDPê jî hilbijartina pêşwext xwest
    Li Iraqê 8 welat ji bo têkoşîna DAIŞê dicivin
    TSK: 2 sengerên çekan ên PKKê hatin rûxandin
    Li Şamê êrîşa xwekujî: 10 kesan can da
    5 leşkerên tirk bi tohmeta TAKê hatin girtin
    Etîketan:
    Amerîka, CNN, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de