11:51 23 Gulan 2018
    Penaberên li Yûnanistanê

    Li Yûnanistanê ji ber nebûna cih penaber xistin nava keştiya şer

    © REUTERS /
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li kampa Moria ya Girava Midilliya Yûnanistanê ji ber nebûna cih penaberên ku di çadiran de diman xistin nava keştiya şer a Fermandariya Deryayî ya Yûnanistanê.

    Hat ragihandin ku li kampa Moria ya Girava Midilliya Yûnanistanê ji ber nebûna cih penaberên ku di çadiran de diman xistin nava keştiya şer a Fermandariya Deryayî ya Yûnanistanê.

    Berpirsên Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên xwebexş ragihandin ku penaberên li giravê di nava şertên zor û zahmet de di çadiran de dijîn û banga alîkariya lezgin kirin. Piştî banga lezgîn a NY û saziyên xwebexş, bi dîrektîfa Serokwezîrê Yûnanistanê Aleksis Çipras keştiya şer a bi navê Lesvos çû giravê.

    Li gorî zanyariyên berdest, keştiya şer a Lesvos çû Girava Midilliyê. Di keştiyê de têra 500 kesî cih û yekîneyên tendirustî heye.

    Hat ragihandin ku li Girava Midilliyê zêdetirî 3 hezar penaber hene û bi înîsiyatîfa berpirsên Neteweyên Yekbûyî (NY) 130 kesên ku ji nexweş û ji zarokan pêk dihat li otelên giravê bicih kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Yunanîstanê 13 hezar penaber winda ne
    Îsal zêdetirî 5 hezar penaber di Behra Spî de xeniqîn
    Di rojekê de 3 hezar û 300 penaber hatin rizgarkirin
    Şerma Brîtanyayê ya li hember zarokên penaber: Testa diranan
    Pêla koçberiyê didome: 5 hezar û 600 penaber hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    Penaberên li Girava Midilliyê, saziyên xwebexş, Berpirsên Neteweyên Yekbûyî (NY), Girava Midilliyê, Yûnanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de