14:02 17 Çile 2017
Zindî
    Muzakereyên Kibrisê li Cenevê

    Tirkiye: Di muzakereyên Kibrisê de em gihîştin qonaxa dawî

    © REUTERS/ Denis Balibouse
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê ragihand ku dê 12ê Rêbendana 2017an li Cenevê Konferansa Kibribê were lidarxistin.

    Merasîma Vekirina Konsolxaneya Japon li Hewlêrê
    © Sputnik/ twitter - Samî Ergoşî
    Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, muzakereyên Kibrisê gihîştine qonaxa dawî.

    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hewildanên dîtina çareseriyê ji bo kêşeya Kibrisê ku di çarçoveya Misyona Başiyê ya Sekreteriya Neteweyên Yekbûyî de dihatin meşandin gihîştin qonaxa dawî. Di vê çarçoveyê de, dê bi beşdariya welatên garantor Tirkiye, Yûnanîstan û Qralîyeta Yekgirtî tevî beşdariya her du aliyên Giravê li 12ê Rêbendana 2017an Konferansa Kibrisê were lidarxistin."

    Herwiha hat ragihandin ku dê Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu ji bo beşdariya konferansê biçe Cenevê.

     

    Bi heman mijarî:

    Senatorê Rûsî: Em ê piştî sondxwarinê ji Trump fêm bikin
    Kremlînê yekem bersiva gotinên Trump da
    Li Hewlêrê Konsolxaneya Japonyayê hat vekirin
    Ji Trump şîroveya CNN û Buzzfeedê: ‘Ez rêzê li gotinên Pûtîn digirim'
    Tillerson: Divê em di kêşeya Sûriyê de ji nû ve bi Erdogan re bixebitin
    Etîketan:
    Konferansa Kibrisê, Cenev, Kibris, Yunanîstan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de