01:34 31 Adar 2017
Zindî
    Donald Trump

    Trump: ‘Eger Pûtîn ji min hez dike ev ne tiştek xirab e'

    © Ruptly.
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 64 0 0

    Serokê 45mîn ya Amerîkayê Donald Trump piştî serkeftina xwe ya meha mijdarê cara ewil di weşana zindî de ciîna çapameniyê li dar dixe.

    Beriya axaftina Trump, Cigirê Serokê nû derket ser dike û derbarê nûçeyên direw ên derheqê Trûmp de axivî û got: "Li gorî min saziyên çapamenî yên ku van îdiayan weşandin, ‘biryarek neberbirsî' girtine."

    Trump, di serê axaftina xwe de sipasiya xwe pêşkeşî rojnamegerên, îdiayên îstîxbarata Amerîkayê ku Rûsya mudexale li hilbijartina serokatiya Amerîkayê kiriye rexne kirin, kir.

    Trump derbarê îdiayên ku Rûsya mudexale li hilbijartina seroktiyê kiriye de axivî û got: ‘Parvekirina agahiyên wiha gelek şerme. Ev nüce li derveyê rastiyan in. Van nûçeyan dijberên me amade kirin. Kesên ku ji rastiyan dûrin van parve kir. Divê ev yek nehatin parvekirin. Behsa êrişên sîberê dikin, dibe ev Rûsya be an jî welatek din be. Divê ev yek nehat parvekirin.'

    ‘TÊKOŞÎNA DIJÎ DAIŞê DE RÛSYA DIBE BIBE HEVKAREK BAŞ'

    Trump, pirsa derbarê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de jî wiha bersivand: ‘Eger Pûtîn ji min hez dike ev ne tiştek xirab e. Têkiliyên me yên xirab ev demek dirêje bi Rûsyayê re hene. Bi rastî Rûsya têkoşîna dijî DAIŞê de dibe, bibe hevkarek baş.'

    ‘RÛSYA Û PÛTÎN ÎDIAYAN DEREWANDIN'

    Trump îdiayên derbarê ku Rûsya bandorê li encama hilbijartina serokatiyê kiriye nirxand û diyar kir ku Rûsya û Pûtîn daxuyaniyên dawî de îdayan derewandin. Tiştek wiha di desten wan de hebûya parve dikirin. Wekê agahiyê Adestayê çawa parve kirin, vê yeke jî parve dikirin. Tiştên Odestayê derbarê (Hillariy) Clinton de gotin saw bûn. Cihên ku hatin hackkirin binerin, em hînbûn ku pirsên gengeşiyan Cilonton ji berî ve standiye. Eger Trump vê yeke bikira dê biba rojev.

    Serenavên ku ji axaftina Trump derketin pêş wiha ne:

    • Ez dikarim bi bi hêsanî Rûsyayê re li hev bikim, lê ez vê yeke naxwazin; lewra ev yek dibe sedama dubendiyan.
    • PIRSA NÛÇEGIHANÊ CNNê QEBÛL NEKIR: ‘BÊHURMET NEBE'

    • Trûmp pirsa nûçegihanê CNNê qebûl nekir û got: ‘Bêhurmet nebe'

    • Amerîka ji aliyê herkesî ve tê hackkirin. Lê Komîteya Neteweyî ya Komarbarêzan qet nehat hackkirin, lewre parastinek me yê zexm heye.
    • Ez bawerim Rûsya di heyama min de ji heyama rêvebirên berê zêdetir rêzê bo welatê me bigre. Ez difikirim ku em zêdetir li hev bikin. Eger em li hev nekin jî ne pirsgireke. Rûsya, Çîn, Japonya, Meksîka û welatin din, bo me dê ji rêvebiriyên berê zêdetir rêzê bigirin.
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de