02:00 24 Tebax 2017
Zindî
    Wezîrê Karên Navxweyî yê Almanyayê Thomas De Maiziere

    Hejmara penaberên çûne Almanyayê kêm bûye

    © AP Photo/ Michael Kappeler
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2310

    Wezîrê Hundir yê Almanyayê Thomas de Maiziere ragihand ku sala 2016an hejmara penaberên ketine Almanyayê 280 hezar bû. Sala Pêrar anku 2015an, hejmara penaberên çûbûn Almanyayê 890 hezar bû.

    Wezîrê Hundir yê Almanyayê Thomas de Maiziere li gel Serokê Daîreya Penaber û Koçberan(BAMF) Frank-Jurgen Weise konferanseke çapemeniyê li dar xist û herdûyan bi bîr anî ku sala 2015an de 890 hear penaber derbasî Almanyayê bûne.

    Maiziere wiha got: "Sala 2016an, 280 hezar penaber hatine Almanyayê." û bi bîr anî ku hejmara penaberên her sê mehên pêşî yên sala par jî dihewîne.

    Ji aliyê din ve, wezîrê almanî diyar kir ku li gorî sala 2015an, ev hejmar têra xwe kêm bûye û bal kişand ser rêkeftina Tirkiye-YEyê ya meha Adarê bi bîr anî ku bû sedema girtina rêya Balkanê û diyar kir ku ev jî destnîşan dikin ku bergiriyên hikûmeta alman û yên yeKîtiya Ewropayê bi kêr hatine.

    Maiziere diyar kir ku li gel hejmara penaberên hatine Almanyayê kêm bûye jî, hejmara kesên sêrî li mafê penaberiyê daye, zêde bûye û got ku sedema vî tiştî ew e ku kesên hatine welatî, dûre serî li penaberiyê dane.

    Herwiha Maiziere ragihand ku êdî pergala şûntiliyan bi kar tînin ku rê li ber dubarekirina qeydê digire.

    "25 HEZAR KES HATIN DERSÎNORKIRIN"

    Wezîrê alman diyar kir ku 55 hezar kes bi dilxwazî vegeriyane welatê xwe û 25 hezar kes jî hatine dersînorkirin û bi bîr anî ku sala 2014an hejmara kesên bi dilxwazî vegeriyan welatê xwe 13 hezar bû û sala 2015an 35 hezar bû.

    Herwiha Maiziere teqez kir ku xebat tên kirin ta ku penaber hînî Almanyayê bibin û got, êdî penaber neçar in ku tev li kûrsên hînbûnê bibin.

    Ji aliyê din ve, wezîrê alman daxwaz kir ku YE pergaleke hevpar a penaberiyê bi pêş de bixe.

    "MIJDARA 2016AN702 WELATIYÊN PENABERAN SERÎ LI PENABERIYÊ DAYE"

    Wezareta Hundir a Almanyayê ragihand ku 89 hezar penaber ji Sûriyeyê, 48 hezar penaber ji Afxanistanê, 45 hezar ji Iraqê, 13 hezar ji Îranê û 12 hezar ji Erîteyayê hatine.

    Li gorî daxuyaniyê, meha Mijdara 2016an, 3 hezar û 402 penaberên sûrî û 702 welatiyên Tirkiyeyê serî li mafê penaberiyê daye.

    Bi heman mijarî:

    Brûksel wê îro rapora derbarê peymana penaberan de eşkere bike
    'Serlêdanên penaberan ji saziyên îstixbaratê re tên şandin'
    Li gorî ewropiyan rewşa penaberan ber bi xerabiyê ve diçe
    Komisyona Ewropayê dixwaze penaberan vegerîne Yûnanistanê
    Dêra ortodoks a Bulgaristanê: Nîşanên dagirkeriyê di pêla penaberan de hene
    Almanya 12 hezar penaberan vedigerîne
    Li Didimê belema penaberan noqî avê bû: 6 mirî
    Etîketan:
    penaber, Frank-Jurgen Weise, Thomas de Maiziere, Afxanistan, Sûriye, Tirkiye, Almanya, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de