07:38 21 Tebax 2017
Zindî
    Kandahar - Afganistan

    Li Afganistanê li dijî walîtiyê êrişa bombeyî: 11 kuştî û 15 birîndar

    © REUTERS/ Stringer
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2421

    Li bajarê Kandaharê ku dikeve başûrê Afhanistanê li dijî mêvanxaneya walîtiyê êrişa bombeyi pêk hat. Di encama êrişê de 11 kes mirin û 15 jî birîndar bûn.

    Hat ragihandin ku li bajarê Kandaharê ku dikeve başûrê Afhanistanê li dijî mêvanxaneya walîtiyê êrişa bombeyi pêk hat. Di encama êrişê de 11 kes mirin û 15 jî birîndar bûn. Li gorî zanyariyan, di nava birîndaran de Waliyê Kandaharê Humayun Azizi û Balyozê Îmarata Erebî yê Kabîlê Cuma Muhammed Abdullah el-Kabi jî heye.

    Midûrê Ewlehî yê bajarê Kandaharê General Abdul Rezzak di daxuyaniya xwe de ragihand ku dema Walî Azizi, balyoz Kabi û berpirsên pile bilind li mêvanxaneya walîtiyê di civînê de bûn êrişa bombeyi pêk hat.

    General Abdul Rezzak di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gorî têxmînên me bombe berî ku civîn destpê bike xistin bine qoltuxan û piştî civîn destpê kir bi qumandayê bombe teqandin. Di teqînê de agir girte mêvanxaneyê, 11 kesên ku berpirsên bilind jî di nav de jiyana xwe ji dest dan û dîsa 15 kesên wekî walî û balyoz jî di nav de birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    Li Afganistanê li dijî mizgeftê êrişa bombeyî
    Li Afganistanê li dijî parlamenter êrişa bombeyî
    Fermandarekî Talîbanê li Afganistanê hat kuştin
    Li Afganistanê li dijî mala parlamenter êrişa çekdarî: 8 kuştî û 8 birîndar
    Li Afganistanê êrişa xwekujî: 4 kuştî 13 birîndar
    Etîketan:
    Li Afganistanê êrişa bombeyî, Balyozê Îmarata Erebî yê Kabîlê, Waliyê Kandaharê, Humayun Azizi, Cuma Muhammed Abdullah el-Kabi, Kandahar, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de