02:02 24 Tebax 2017
Zindî
    Barack Obama

    Obama axaftina xwe ya xatirxwestinê kir: "Bi hêvî bin"

    © REUTERS/ JONATHAN ERNST
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 40 0 0

    Serokê Amerîkayê Barak Obama li bajare Chicagoyê di axaftina xwe ya xatirxwestinê de behsa 8 salên borî ya desthilatiya û bangî amerîkiyan kir ku bi hêvî bin.

    Serokê Amerîkayê Barak Obama li bajare Chicagoyê di axaftina xwe ya xatirxwestinê de behsa 8 salên borî ya desthilatiya xwe kir û ragihand ku di van 8 salên serokatiya min de mijara ekonomî jî di nav de em di gelek mijaran de biser ketin û niha welat ji roja ku me dest bi wezîfê kir baştir bûye. Obama di axaftina xwe de bangî amerîkiyan kir ku bi hêvî û bi bîrewer bin.

    Barak Obama di axaftina xwe ya li McCormick Placeyê de got: "Di van 8 salên borî de zêdetir me deng da daxwazên raya giştî ya Amerîkayê û em ê erka Serokatiya Amerîkayê bê pirsgirêk dewrî Donald Trump bikin. Di vî 8 salî de me bi Kubayê re rûpelekî nû vekir, bê guleberdanekê me bernameya nûkleerî ya Îranê bi dawî kir û me plankarên 11 Îlonê ji holê rakirin. Ev hemû tişt ne hêsan in."

    Obama di dawiya axaftina xwe de bangî gelê Amerîkayê kir "Bi hêvî bin, bi bîrewer bin. Belê em dikarin vê bikin. Erê me ev kir" û gotinên xwe bi dawî kirin.

    Bi heman mijarî:

    Dîrektorê CIAyê Brennan: Birêveberiya Obama encamên Bihara Erebî şaş nirxandin
    Zaxarova: ‘Eger hackerên rûsî tiştek ku xirab kiribin ew jî mejiyê Obama ye'
    Şêwirmendê Obama: "Hevkariya tirk û rûs DAIŞ tengav kir"
    Ji Obama bo Trump: "Qesra Spî ne şirketa malbatî ye"
    Obama gotara xatirxwestinê ji artêşa Amerîkî re pêşkeş kir
    Etîketan:
    Serokê Amerîkayê axaftina xwe ya xatirxwestinê kir, Donad Trump, Barak Obama, Chicago, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de