00:49 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Qesra Spî

    Senatorên Amerîkî pêşniyar qanûneke dijî Rûsyayê pêşkeş kir

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 40 0 0

    Hat ragihandin ku komek senatorên Amerîkayê bi mebesta toleyên nû li ser Rûsyayê werin sepandin pêşnîyar qanûnek pêşkeşî senatoyê kirin.

    Senatorê Amerîkayê Ben Cardin daxuyakirin ku pêşniyar qanûna sepandina toleyên nû li ser Rûsyayê, ji xeynî îdiayên mudaxeleya hilbijartinan li ser rewşa Ukrayna û Kirimê hatiye pêşkeşkirin.

    Herwiha hat ragihandin ku dê sepandina toleyên nû li ser sektora enerjîyê ya Rûsyayê û deynê dewletê be.

    Senator Cardin diyar kir ku dê toleyên ser Rûsyayê di sektora enerjiyê û deynên dewleta Rûsyayê de bin û got, 'Kongreya Amerîkayê helwesta Serokê hilbijartî Donald Trump her çi dibe bila be, divê çalakiyên Rûsyayê yên li Ukrayna û Sûriyê bide rawestandin.'

    Reutersê jî ragihand ku pêşniyar qanûna ji aliyê Senatorê Komarî John McCain û senatorên Demokrat Robert Menendez û Ben Cardin hatiye pêşkeşkirin de, toleyên ser kesên êrîşên sîber li ser saziyên gelemperiya Amerîkayê dikin dihewîne û digel astengkirina vîzeyê cemidandina hesabên bankeyan dide ber xwe.

     

    Etîketan:
    Rûsya, amerîkî, Pêşniyar qanûna toleyên nû, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de