09:06 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Angelîna Jolîe

    Pitt û Jolie yên hev berdidin, daxuyaniyeke hevpar dan

    © AP Photo/ FRANK AUGSTEIN
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 4332

    Lîstikvanên DYAyî Brad Pitt û Angelina Jolie dê doza xwe ya hevberdanê bi awayekî nepen bi rê ve bibin.

    Ji roja 15ê Îlonê ku Brad Pitt û Angelina Jolie ji ber nakokiyên zêde biryara hevberdanê da û heta niha herdû lîstikvanan cara yekem daxuyaniyeke hevpar da.

    Jolie û Pitt danezaneke hevpar ji Ajansa Nûçeyan a Associated Pressê re şand û herdûyan tê de diyar kir, wan bi alîkariya dadwerekî taybet biryar daye ku hûrgiliyên doza xwe nepenî biparêzin.

    Di danezanê de wiha hat gotin: "Ji bo hêsankirina çareserkirina kêşeyan û parastina mafên nepenî yên zarok û malbatan bi parastina nepeniya hemû belgeyên dadgehê û peywirdarkirina dadwerekî taybet ji bo dayîna biryareke hiqûqî, herdû aliyan û parêzerên wan, peymanek îmze kiriye".

    Herwiha hat diyarkirin ku rêkeftinek di navbera herdû aliyan de hatiye danîn ta zarok vê qonaxa hevberdanê bi baş derbas bikin û rojên diyarkirî bi hev re biborînin.

    Pitt û Jolie yên ku nêzîkî 10 salan bi hev re man û sala 2014an biryara zewacê dabûn. Piştî biryara heveberdanê kêşe di navbera wan de derketin ji bo welayeta 6 zarokan ku 3 zarokên biyolojîk in.

    Pitt di daxwaznameya xwe ji bo dadgehê de daxwaza welayeta hevbeş kiribû lê parêzerê Jolieyê ragihandibû ku lihevkirineke demkî çêbûye ji welayeta zarokên temenê wan 8-15 salî li ba dayikê bimînin û Brad Pitt jî tev li terapiyên malbatê bibe.

    Ji aliyê din ve, saziya Xizmetên Malbatê û Zarokan a Los Angelsê lêpirsîn li Brad Pitt vekiribû ji ber hatibû îdiakirin ku yê dawî di dema rêwîtiyeke bi balafirê tundûrûjî li kurê xwe sepandibû.

    Rayedaran ragihandibû, ti delîl nehatine bidestxistin ku aktorê navdar tundûtûjiyeke fîzîkî yan jî devkî li zarokên xwe kiribû.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Angelîna Jolîe Brad Pitt berdi de
    Ji Angelîna Jolîe banga Sûriyayê
    Qeza li Rihayê: Jê 7 zarok 9 kes birîndar bûn
    Demirtaş bersiv da nameya heyranê xwe yê zarok: Xeyalên zaroktiyê bernede
    ‘DAIŞê bi dehan zarok weke xwekuj perwerde kiriye'
    Di 24 saetên dawî de 3946 jê zarok, 7796 sivîl ji rojhilata Helebê derketin
    Etîketan:
    hevberdan, zarok, Angelina Jolie, Brad Pitt, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de