08:36 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Ivanka Trump - Jared Kushner

    Piştî Trump zavayê wî jî kete qadroya Qesra Spî

    © REUTERS/ /Lucas Jackson/File Photo
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump zavayê xwe Jared Kushner li Qesra Spî wekî serşêwirmendê xwe tayin kir. Kushner hevserê Ivanka Trump e.

    Serokê Amerîkayê yê nû Donald Trump biryareke ku herkes pê şaş bimîne da û zavayê xwe Jared Kushner li Qesra Spî wekî serşêwirmendê xwe tayin kir. Kushner hevserê Ivanka Trump e.

    Donald Trumpê ku wê di 20ê Rebendanê de wezîfeya Serokatiya Amerîkayê ji Barak Obama wergire qadroyê xwe ku welat birêve bibe hêdî hêdî hemû eşkere kirin. Trump herî dawî pozîsyona herî girîng ku dihat peşbînîkirin keça xwe Ivanka tayin bike, lê hevserê wê Kushner wekî serşêwirmend tayin kir.

    Kushner wê serşêwirmendiya bazirganî û Rojhilata Navîn a Qesra Spî bike û ji bo vê wezîfê wê meaş wernegire.

    Trump jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku zavayê min Kushner ku di kampanyaya hilbijartinê û serdema derbasbûnê de şewirmendiyeke baş kir û bi ewle ye, cihgirtina wî li cihekî girîng pir hêja û cihê rûmetê ye. Bawerim wê bi hemû ekîbê re di nava ahengiyê de bixebite."

    Bi heman mijarî:

    Balyozê rûsî vexwendnameya Trump a merasîma sondxwarinê qebûl kir
    Çekirge: "Dibe Trump pêşî serdana Tirkiyeyê bike"
    Rûsya di merasîma sûnxwarina Trump de dê dernekeve derveyî protokolê
    Kremlîn derbarê hevdîtina Pûtîn û Trump de daxuyanî da
    Erdogan: ‘Ez bawerim bi Trump re di mijarên herêmî de bi nêrînek hevpar bixebitin'
    Etîketan:
    Qadroya Qesra Spî, Serokê nû yê Amerîkayê, Ivanka Trump, Jared Kushner, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de