23:43 23 Cotmeh 2017
Zindî
    keştiya îranê- Alborz

    Amerîkayê gulereşandina ser keştiyên Îranê piştrast kir

    © AP Photo/ Fars News Agency, Mahdi Marizad
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Wezareta Berevaniya Amerîkayê piştrast kir ku keştiyên Amerîkî gule reşandine ser 4 keştiyên hêza deryavaniya Îranê ku bilez nêzî keştiyên wan dibûn.

    Berdevkê Pentagonê Mîralay Jeff Davis eşkere kir ku 4 keştiyên biçûk ên hêza deryavaniya Îranê tevî leşker û çekên xwe di Kendava Hurmuzê de bi lezeke zêde hêzî keştiyên hêza deryavaniya Amerîkayê bûne.

    Davis daxuyakirin ku keştiya USS Mahanê bi caran hişyarî daye keştiyên Îranê û ji bo hişyariyê jî gule bir ser wan de reşandiye ku keştiyên Îranê bi qasî 80 metreyî nêzî wan bûne.

    BERÎ NIHA JÎ BÛYERÊN WIHA QEWIMÎ BÛN

    Davis helwesta keştiyên Îranê wek karekî ne profesyonelî û ne ewle da zanîn û got, ‘Li sala 2015an 23 caran, li sala 2016an jî 35 caran bûyerên wiha digel hêza deryavaniya Îranê qewimîn.'

     

    Bi heman mijarî:

    KHKê rê li ber 1 milyon dengdêrên derveyî Tirkiyê vekir
    Balyozê Rûsî li Atînayê jiyana xwe ji dest da
    Li Qamişlo otomobîlek hat teqandin
    Li Colemêrgê teqîn: Zarokek jiyana xwe ji dest da
    Tomara dengî ya Çarê 2yem Nîkolay derket holê
    Etîketan:
    Kendava Hurmuz, keştî, îran, Amerîka, AMERÎKA, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de