23:47 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Li Amerîkayê Koroya Enstîtuya Schiller a New Yorkê

    Koroya Amerîkî Sirûda Netewî ya Rûsyayê pêşkeş kir

    © Foto: YouTube
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2610

    Li Amerîkayê Koroya Enstîtuya Schiller a New Yorkê, ji bo yadkirina Koroya Artêşa Sor a Rûsî ku 64 endamên wê piştî ketina balafira Tu-154 can dabûn Sirûda Netewî ya Rûsyayê pêşkeş kir.

    Hunermendên muzîkê yên cîhanê yadkirina Koroya Artêşa Sor berdewam dikin. Herî dawî li Amerîkayê Koroya Enstîtuya Schiller a New Yorkê, ji bo yadkirina Koroya Artêşa Sor a Rûsî ku 64 endamên wê piştî ketina balafira Tu-154 can dabûn Sirûda Netewî ya Rûsyayê pêşkeş kir.

    Ev pêşkeşî roja Şemiyê li dema merasîma li ber Bîrdariya 11ê Îlonê ya li New Yorkê ku Rûsyayê diyarî kiribû hat pêşkeşkirin.

    Roja vê performansê herwiha ji ber 7ê Rêbendanê roja Noelê ya xirîstiyanên Rûs Ortodoks bû gelekî watedar bû. Lewra balafira Rûsî roja pîrozkirina Noel a xirîstiyanên Amerîkayê ketibû.

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Amerîkayê bo Ewropayê sewqiyata tankan
    Agirbesta Sûriyê: Rûsyayê 14, Tirkiyê 17 binpêkirin tesbît kir
    Operasyona Xezeba Firatê dewam dike: Gundek û 3 mezra hatin kontrolkirin
    Etîketan:
    Sirûda Rûsyayê ya Netewî, koalîsyon, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de