00:48 21 Cotmeh 2017
Zindî
    YPG û leşkerên Amerîka

    Fermandariya Hêzên Taybet a Amerîkayê di salan 2016an de li 138 welatan çalakî pêk anî

    © REUTERS/ Rodi Said
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Hate ragihandin ku yekîneya Fermandariya Hêzên Taybet a girêdayê Artêşa Amerîkayê di sala 2016an de li 138 welatan çalakî birêve birine.

    Li gorî nûçeya The Natîonê rêvebiriya Serokê Amerîkayê Barack Obama di çerçoveya strateji ya parîkirina barê artêşê û artêşê nexin şer Hêzên Taybet ya Artêşa Amerîkayê li Çîn, Lîbya, Yemen, Îmareta Ereban, Moxolîstan, Kazakîstan, Tacîkîstan, Afxanîstan, Nepal, Hindîstan, Laos, Fîlîpînê, Koreya Başûr, Japonya jî di nav de yekine şand gelek welatan. Welatên ku Amerîka yekine şandine beramberî sedî 70ê rûye erda cihanê ye.

    SEDÎ 55.29ê HÊZÊN TAYBET ŞANDIN ROJHILATA NAVÎN

    Li gorî daneyên Fermandariya Hêzên Taybet di sala 2016an de sedî 55.29ê yekîneyên taybet şandine welatên Rojhilata Navîn. Di sala 2006an de hêzên taybet ku şandibûn Rojhilata Navîn sedî 35ê zêdetir bû. Di heman pêvajoyê de hêzên ku şandine Afrîkayê ji sedî 1an derket sedî 17.26ê.

    NAVÊ 9 WELATAN VEŞARTÎ TÊ GIRTIN

    Di vê navberê de Fermandariya Hêzên Taybet yekîneyên ku şandine 9 welatan navê wan veşartî tê girtin. Berdevkê Fermandariya Operasyonên Taybet ya Amerîkayê Ken McGraw ragihand ku welatên ku hêzên taybet tên bicihkirin veşartî tên girtin û derbarên wan de jî agahî nayên parvekirin.

    Tê payîn welatên Rûsya, Îran û Koreya Bakur din av welatên ku navê van tên veşartin de ne.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka, tank û wesayîtên zirxî dişîne Polonyayê
    ‘Serkeftina hevdîtinên li Astanayê girêdayê helwesta Amerîka û koalîsyonê ye'
    Amerîka: Ji bo El Babê bi Tirkiyê re danûstandinên dîplomatîk didomin
    Amerîka: Piştgiriya me ya ji bo Herêma Kurdistanê wê bidome
    Amerîka: Hevpeymanê 188 sivîl kuştin
    Puşkov: "Mueyîdeyên Amerîka yên nû amadehiya Şerê Sar e"
    Etîketan:
    bicihkirin, çalakî, leşker, The Natîonê, Barack Obama, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de