08:40 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Balafirên koalîsyona Amerîkayê

    Hevpeymana navdewletî li Sûriyeyê binesaziya cihên hatine valakirin îmha dikin

    © AFP 2017/ SABAH ARAR
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Balafirên şer ên hevpeymana navdewletî ya bi pêşengtiya Amerîkayê tevlî cihên ku ji aliyê DAIŞê ve tên valakirin, binesaziya Sûriyeyê bombebaran dikin.

    Li gorî agahiyên ku Ajansa Nûçeyan a Farsê (FNA) ji çavkaniyên hêzên herêmî girtiye balafirên şer ên Hevpeymana navdewletî ya bi pêşengtiya Amerîkayê li Sûriyeyê cihên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine valakirin jî di nav de, binesaziya bajaran ji xwe re dikin hedef.

    Her wiha hat diyar kirin ku ji ber bombebaranên balafirên hevpeymanê li bajaroka Qaşamê ya girêdayî bajarê Deyre Zorê navendeke neftfiroşê û 3 tankerên neftê şewitîne û di encamê de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û çend kes jî birîndar bûn.

    Hevpeymana navdewletî ya di pêşengtiya Amerîkayê de bi beşdarbûna zêdetirî 60 dewletan ji sala 2014'an û vir ve li Iraq û Sûriyeyê li dijî DAIŞê êrîşan pêk tînin.

    Hevpeymana navdewletî ne ji aliyê Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad ve ne jî ji aliyê Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ve hatine erkdarkirin.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Hevpeymana Navdewletî çekên pêşketî dane me
    Danîrmaka balafirên xwe ji nava hevpeymana navdewletî vedikişîne
    Hevpeymana bi serkirdayetiya Amerîkayê 'bi şaşitî' li leşkerên Iraqî xistin
    Rêxistina Efûyê: Hevpeymana bi serkirdayetiya DYA, li Sûriyeyê zêdetirî 300 sivîl kuştin
    Lavrov ji bo Fetih El-Şamê bangî hevpeymana bi pêşengiya Amerîkayê kir
    Etîketan:
    îmhakirin, binesazî, Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê, Serokdewletê Sûriyeyê, Konseya Ewlehî ya Netewên Yekbûyî (KENY), Ajansa Nûçeyan a Farsê, Beşar Esad, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de