18:20 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Donald Trump

    Çînê hişyariya "tolhildanê" da Trump

    © REUTERS/ Carlo Allegri
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Çînê hişyarî da ku Serokê DYAyê yê hilbijartî Donald Trump û diyar kir ku ew "Poltîkaya Tekane Çîn"ê red bike, ew ê tolê hilînin. Ev daxuyanî ji aliyê Serokê Taywanê Tsai Ing-wenî piştî serdana wî ya kurt bo DYAyê û berî temasên wî yên Amerîkaya Latînî hat.

    Global Timesê ku organeke ji organên medyaya Partiya Komûnîst a Çînê ye, di nivîsa xwe ya sereke de ragihand ku Serokê DYAyê yê hilbijartî Donald Trump û diyar kir ku ew "Poltîkaya Tekane Çîn"ê red bike, ew ê tolê hilînin.

    Di nivîsê de wiha hat teqezkirin ku "Poltîkaya Tekane Çîn" ne hema wiha daxwazeke lêzok û kêfdar e û ji serokên DYAyê hat xwestin ku ji bo istiqrara navbera herdû welatan, bila rêz ji rewşa heyî li Pasîfîk-Çînê re bê girtin.

    Herwiha di nivîsê de hat misogerkirin ku "polîtîkaya navborî ne mijara bazarê ye jî" û wiha dewam kir: "Piştî ku serokê Amerîkayê Donald Trump dest bi peywira xwe bike, eger vê polîtîkayê red bike, gelê Çînê dê daxwaza tolhildanê ji dewleta xwe bike."

    Ji aliyê din ve, li gel Trump, Tsai jî bû armanc di nivîsê de.

    Di nivîsê de hat diyarkirin ku Çîn dikare fişarên leşkerî, dîplomatîk û aborî li Taywanê bike û wiha dewam kir: Divê Tsaî fêm bike ku dê encam hebe ji her gaveke provakatîv re".

    EV DAXUYANÎ, PIŞTÎ SERDANA SEROKÊ TAYWANÊ YA DYAYÊ HAT

    Li gorî nivîsê, ev daxuyanî piştî ku Ing-wenî li bajarê Houstonê çend saetan sekinî ji bo ku ji wê derê biçe geşta xwe ya Amerîkaya Latînî hatiye weşandin.

    Mijara bê serokê Taywanê bi Trump re yan bi hinek xebatkarên tîma wî re bicive yan na bûbû cihê nîqaşê.

    Birêveberiya Pekînê hişyarî dabû Washingtonê ji bo nehêle li DYAyê demê bibuhirîne û "peyamên şaş bide alîgirên serxwebûnê".

    "SEROKÊ TAYWANÊ BI SENATORÊN KOMARPARÊZ RE CIVIYA"

    Tsaiyê ku tê payîn 13ê Rêbendanê di dema vegerê de rêya xwe bi San Franasicoyê xîne, bi Senatorê Teksasê yê Komarparêz Ted Cruz û Parêzgarê Teksasê Gregg Abott re civiyabû.

    Hat ragihandin ku Tsai bi senatorê komarparêz John McCain re jî bi telefonê axivîbû.

    Cruz di daxuyaniya xwe de wiha gotibû: "Divê Çîn fêm bike ku em biryarê didin bê em ê bi serderên DYAyê re bicivin an na. Ev ne derbarê Çînê de ye. Ev derbarê hevbendê DYAyê de ye ku berpirsyariya parastinê ya DYAyê li himberî wê heye."

    Herwiha Cruz diyar kir ku wan behsa bipêşxistina hevkariya aborî kiriye.

    Nivîsgeha Tsai jî daxuyaniyek da û tê de wiha hat diyarkirin ku Serokê Taywanê ji hevwelatên xwe yên li derveyî welatî re axiviye û gotiye, cihê DYAyê di dilê gelê Taywanê de taybet e û rêkeftinên dualî bi awayekî rasterast û nerasterast bêtirî 320 derfetên karî afirandine.

    "AXIFTINA TELEFONÊ YA NAVBERA TRUMP Û SEROKÊ TAYWANÊ, RAGEŞÎ DABÛ DESTÊPKIRIN"

    Herwiha rayedarên çînî meha borî jî bertek dabûn ji ber Trump berovajî teamulên dîplomatîk bi Serokê Taywanê re axivîbû.

    Çînê nîgeraniya xwe ji bo rexneyên Trump li polîtîkaya DYAyê re ragihandibû ku ya dawî ji sala 1979an ve birêveberiya Pekînê wek tekane nûnerê gelê Çînê qebûl dike.

    Sala 1949an, piştî ku Mao Zedong hat ser desthilatê, hinek endamên hikûmetê reviyan Taywanê û wan li wê derê serxwebûn ragihand.

    Lê Çînê Taywan nenasîbû û serxwebûna wê nepejirandibû û ragihandibû ku girav girêdayî Çînê ye. 22 welat Taywanê dinasin.

    Bi heman mijarî:

    Çînê dîsa têkiliyên dîplomatîk bi Sao Tome û Principê re dane destpêkirin
    Keştiya balafirên şer a Çînê diçe Pasîfîkê
    Ji Rûsyayê bo Çînê sewkiyata pêşî ya Su-35an
    Li Çînê çav çavan nabîne, bi sedan firîn hatin betalkirin
    Li Çînê qemyon kete nava bazarê: Herî kêm 4 kes mirin
    Çînê dest danî ser keştiyeke bêmirov a Amerîkayê
    Qabsula feza ya Çînê ceribandina xwe temam kir
    Li Çînê li febrîqeyê şewat: 5 mirî û 4 birîndar
    Etîketan:
    Ted Cruz, Tsai Ing-Wen, Donald Trump, Amerîkaya Latînî, Taywan, Çîn, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de