08:18 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan

    Şêwirmendê Obama: "Hevkariya tirk û rûs DAIŞ tengav kir"

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Şêwirmendê Serokê Amerîkayê Barak Obama yê tekoşîna terorîzmê Bruce Riedel ragihand ku hevkariya Tirkiye û Rûsyayê rêxistina terorîst a DAIŞê tengav kir.

    Recep Tayyip Erdogan û Vladimîr Pûtîn
    © Sputnik/ Michael Klimentyev
    Şêwirmendê Serokê Amerîkayê Barak Obama yê tekoşîna terorîzmê Bruce Riedel di hevpeyvîna xwe ya nûnerê rojnameya Hurriyetê yê li Washîngtonê Tolga Taniş de ragihand ku hevkariya Tirkiye û Rûsyayê rêxistina terorîst a DAIŞê tengav kir. Riedel, DAIŞê helwesta ya li hemberî Tirkiyeyê zelal kir û şer ragihand.

    Bruce Riedel di berdewamiya axaftina xwe de got: "Jixwe rêxistina terorîst a DAIŞê ev demeke dirêj e bi Rûsyayê re dinava şer de ye û li hemberî Rûsyayê çend êriş pêk anîn. Êrişa balafira ku li Girava Sina ya Misrê hat xistin jî di nav de. Piştî payîzî ku Enqere û Moskow nêzî hev bûn, rêxistinê mijara xwe ya derheqê Tirkiyeyê de zelal kir."

    Riedel di dirêjiya axaftina xwe de got: "Hebûna DAIŞê li Tirkiyeyê niha rastî tedwîrên tund tê. Nêzîkbûna Enqere û Moskowê li Mûsil û li cihên din jî DAIŞê tengav dike û her ku DAIŞ tengav dibe dewletan dike dijmin ji xwe re. Pêşî Fransa, Belçîka, Almanya û niha jî Tirkiye di lîstê de ye. Ji bo êrişên terorî yên rêxistinê li herêmê têra wan milîtanên biyanî hene û ji bo êrişan pêwistî bi ekîba operasyonê jî nake, yek bi serê xwe jî dikare tevbigere."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Erdogan li ser Sûriyeyê axivîn
    Pûtîn û Erdogan li ser Sûriyê axivîn
    Pûtîn û Erdogan ji bo operasyona Helebê kêfxweşiya xwe anîn ziman
    Kremlîn. Pûtîn û Erdogan piştî kuştina Karlov îradeya siyasî nîşan dan
    'Pûtîn û Erdogan li Sûriyeyê cara pêşî mijareke girîng çareser kirin'
    Etîketan:
    Hevkariya tirk û rûs DAIŞ tengav kir, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Barak Obama, Bruce Riedel, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de