17:53 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Donald Trump û Barack Obama

    Ji Obama bo Trump: "Qesra Spî ne şirketa malbatî ye"

    © AFP 2017/ JIM WATSON
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Serokê Amerîkayê Barak Obama serokê nû Donald Trump di mijara ku rêvebiriya Qesra Spî ne wekî rêvebiriya şirketa malbatî ye de hişyar kir.

    Barak Obama di axaftina xwe ya televizyona ABCeya amerîkî de ji bo Serokê nû yê Amerîkayê ku di 8ê Mijdarê de di hilbijartina de bi serket got: "Divê Donald Trump rêzê ji saziyên amerîkî re bigire."

    Herwiha Obama di berdewamiya axaftina xwe de got: "Divê Trump Qesra Spî ne wekî şirketa malbatî birêve bibe."

    Obama di dirêjiya axaftina xwe de got: "Birêvebirina kampanyayê û rêvebiriya welat tiştên gelekî ji hev cuda ne. Piştî ku te sond xwar tu diçe serê saziya herî mezin a cihanê… Bazar, sermaya kûrewî, mirovên ji çar aliyê dinyayê wê axaftinên Trump cidî bigirin û bandorê li wan bike."

    Donald Trump di 20ê Rebendanê de wê erka serokatiyê ji Barak Obama dewr bigire.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Obama ji Erdogan re sersaxî xwest
    Obama gotara xatirxwestinê ji artêşa Amerîkî re pêşkeş kir
    'Pûtîn bi xwînsarî bersiv da provokasyona Obama'
    Pisporê Rûsî: Biryara Obama xîtabî baskê çep ê demokratan dike
    Obama: Em ê li ser Rûsyayê raporeke berfireh pêşkeşî kongresê bikin
    Etîketan:
    Serokê Amerîka yê 45emîn, Donald Trump, Barak Obama, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de