08:41 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Theresa May

    May: Em terka YEyê didin, ne ya Ewropayê

    © REUTERS/ Dylan Martinez
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Theresa May di weşana zindî ya Sky Newsê de got, ‘Brîtanya ne ji Ewropayê ji Yekîtiya Ewropayê cuda dibe.’

    May bal kişand ser, hin gotegot hene ku dibêjin, ‘li beramberî derketina ji YEyê dixwazin hin parçeyên YEyê bi xwe re bihêlin' wiha axivî: "Em terka YEyê didin. Derdikevin derveyî wê. Êdî em ê ne endamê YEyê bin. Pirs ew e ku piştî em ji YEyê derketin, ji bo pêwendiyan dîtina rêyeke çawa ye? Em ê bikarin sînorên xwe û yasayên xwe kontrol bikin."

    'DÊ BRÎTANYA RÊYA HERÎ BAŞ BIBÎNE'

    May destnîşan kir ku serê wan di mijara cudabûnê de zelal e bi bîr xist ku dê Brîtanya têkiliyên xwe yên bi YEyê re ji nû ve saz bike û li gor encama Brexitê şertên herî baş ji bo Brîtanyayê amade bike ku ew jî li sûda Ewropayê ye.

    Bi heman mijarî:

    Li Bexdayê êrîşa duyemîn: 10 kesan can da
    Li Şamê têqîn: 5 mirî 15 birîndar
    Li Qûdsê bi TIRê êrîş kirin: 4 kesan can da
    Di nava saziya îstîxbarat û tîma ewlehî ya Trump de gengeşî tuneye
    DAIŞîyê xwîna 4 Pêşmerge û gelek welatiyan rijandibû hat kuştin
    Etîketan:
    Theresa May, Yekîtiya Ewropayê, Brîtanya, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de