23:44 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Trump'ın zafer konuşması

    Di nava saziya îstîxbarat û tîma ewlehî ya Trump de gengeşî tuneye

    © Ruptly.
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Dîrektorê Saziya Îstîxbaratî ya Amerîkayê ku ji ewlehiya Qesra Spî berpirsyar e Joseph Clancy ragihand ku di navbera Saziya Îstîxbaratî û tîma ewlehî ya Trump de pirsgirêk tuneye.

    Dîrektorê Saziya Îstîxbaratî ya Amerîkayê ku ji ewlehiya Qesra Spî berpirsyar e Joseph Clancy nûçeyên ku di navbera Saziya Îstîxbaratî û tîma ewlehî ya Donald Trump de pirsgirêk hene derewand.

    Joseph Clancy di hevpeyvîna xwe ya televizyona CNNê de got: "Wezîfeya Saziya Îstîxbaratî tenê parastina serok û malbata wî ye, lewma heta niha tu gengeşî bi tîma parastin a Donald Trump re derneketiye."

    Clancy di berdewamiya axaftina xwe de got: "Çi nelihevkirinek tuneye. Tîma ewlehî ya taybet ne bi çek in. Ji karê ewlehiyê zêdetir wekî xebatkaraan dixebitin. Bi wan re tu pirsgirêkên me û tu tekiliyên me tunene."

    Berî niha li gorî nûçeyên ku ketibûn çapemeniya Amerîkayê, hatibû gotin ku Serokê Amerîkayê yê nû Donald Trump li dijî erka tîma ewlehî ya taybet ku wî diparêzin û transferî Saziya Îstîxbaratî kiribûn derketiye.

    Bi heman mijarî:

    Trump: Tenê kesên bêhiş bi Rûsyayê re têkiliyên baş naxwazin
    Istixbarata DYAyê "hişyariya Rûsyayê" da Trump
    Kerry: Hêvî dikim, Trump têkiliyên xwe bi Rûsyayê re bi pêş de bixe
    Kongreya Amerîkayê Seroktiya Trump bi fermî pesend kir
    Trump: Em bûne paytexta êrîşên sîber a dinyayê
    Etîketan:
    Dîrektorê Saziya Îstîxbaratî ya Amerîkayê, Joseph Clancy, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de