03:55 21 Tebax 2017
Zindî
    ABD Dışişleri Bakanı John Kerry.

    Kerry: Hêvî dikim, Trump têkiliyên xwe bi Rûsyayê re bi pêş de bixe

    © REUTERS/ LEONHARD FOEGER
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê John Kerry diyar kir ku hêvî dike, Serokê Amerîkayê Donald Trump ê nû hatiye hilbijartin, têkiliyên Amerîkayê re bi pêş de bixe.

    Kerry bi PBSyê re axivî û wiha got: "Ez wiha difikirim ku di serdema serokatiya Trump de, ew ê derfeta me çêbibe, em kontrol bikin bê mijar hene ku em û Rûsya di wan de li hev bikin û têkiliyan deynin yan na."

    Wezîrê amerîkî diyar kir ku DYA û Rûsyayê di van salên dawî de hinek xebatên serkeftî pêk anîn ku derxistina çekên kîmyewî ji Sûriyeyê û rêkeftina ji bo çekên kîmyewî yên Îranê ji wan xebatan in û wiha dewam kir:

    "Hinek lihevnekirinên me hene wek nesepandina tekûz a peymana Minskê di navbera herdû aliyan de û peydanekirina zemîneke hevpar ji bo kêşeya Sûriyeyê. Lê dîsa jî û li gel van lihevnekirinan giştan jî, ez hêvî dikim ku birêveberiya nû, nêzîkatiyeke stratejîk  bi pêş de bixe û hewl bide ku zemîneke hevpar peyda bike."

    Bi heman mijarî:

    Amerîka, tank û wesayîtên zirxî dişîne Polonyayê
    ‘Serkeftina hevdîtinên li Astanayê girêdayê helwesta Amerîka û koalîsyonê ye'
    Amerîka: Piştgiriya me ya ji bo Herêma Kurdistanê wê bidome
    Amerîka: Ji bo El Babê bi Tirkiyê re danûstandinên dîplomatîk didomin
    Amerîka: Hevpeymanê 188 sivîl kuştin
    Puşkov: "Mueyîdeyên Amerîka yên nû amadehiya Şerê Sar e"
    Peskov: "Sûcdariyên Amerîka yên bêbingeh nayên qebûlkirin"
    Etîketan:
    Donald Trump, John Kerry, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de